Ji nivîskarên girtî re kart hatin şandin 2023-11-15 12:20:35     AMED - Navenda PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de, ji nivîskar û rojnamegerên di zindanan de re name şandin.    PENa Navneteweyî jî ji bo ku balê bikişîne ser rewşa nivîskarên di zindanan de di sala 1981'ê de 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di  Zindanan de îlan kir. Li Tirkiyeyê ku bi sedan rojnameger, nivîskar û hunermend ji ber fikir û ramanên xwe, ji ber berhemên ku nivîsîne di zindanan de ne, bi minasebeta vê rojê  Navenda PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd jî li Amedê ji nivîskar û rojnamegerên di zindanan de re kart şandin. Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Însîyatîfa Dayîkên Aşitiyê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê tevlî çalakîyê bûn.   ‘Divê nivîskar bên berdan’   Piştî şandina kartan Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tunç axivî û balkişand ser taybetmendiya rojê û diyar kir ku divê nivîskar û hunermendên ku di girtigehê de tên girtin bên berdan.   ‘Bi hêvîya rojên azad’   Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Sultan Yaray jî anî ziman ku di sedsala 21’ê de hîna jî gelek nivîskar ji ber fikr û ramanên xwe di zindanan de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em vê şermezar dikin û divê tu kes ji ber fikr û ramanên xwe neyên zindankirin. Ji ber vê yekê em silavên xwe ji hevalên xwe yên di zindanan de ne re dişînin. Em bi hêvî ne û dibêjin ku rojên xweş li pêşiya me ne û em ê hemû bihev re azad bijîn”