HEDEP dê starta 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê bide 2023-11-15 10:46:14     Dîlan Babat   ENQERE - Meclisa Jinan a HEDEP'ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de bi dirûşma "Em jê nagerin,  em li her derê ne" dê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bide.   Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi dirûşma "Em jê nagerin, em li her derê ne" dê starta çalakiyên xwe li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bide. Her wiha wê tevli nav çalakiyên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li Kurdistanê û platform û rêxistinên femînîst ên jinan li Tirkiyeyê de jî cih bigire.   Meclîs, Dayikên Şemiyê, herêmên erdhejê...   Meclîsa Jinan a HEDEP'ê wê di 20'ê Mijdarê de li ber Girtîgeha Sîncanê ya ku doza Kobanê lê tê dîtin  dest bi çalakiyên xwe bike. Meclisa Jinan a HEDEP'ê bi destpêkirinê re plan dike ku peyama xwe li kêleka jinên di Doza Kobanê de tên darizandin bide. Ji bo 25'ê Mijdarê Platformma Koma Meclisa Jinan a HEDEP'ê jî ji bo jinan dê bê veqetandin.   Hevseroka Giştî Tûlay Hatîmogûllarî dê tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bibe. Her wiha wê Tûlayê bi jinên mexdûrên erdhejê re li Hatayê ya ku herî zêde di erdheja Mereşê ya 6'ê Sibatê de zerar  re hevdîtinê bike.