HEDEP’a Mersînê ji bo Meşa Azadiyê bang kir 2023-11-14 22:03:55   MERSÎN - Rêxistina HEDEP’a Mersînê ji bo hevdîtina gel ya 17’ê Mijdarê û Meşa Gemlîkê ya 18’ê Mijdarê banga tevlibûnê kir.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mersînê ji bo hevdîtin di 17’ê mijdarê de li ber rêxistina navçeya Akdenîzê bi tevlibûna hevseroka giştî Tulay Hatîmogullari Oruç pêk tê banga tevlibûnê kir.    Parlamentera HEDEP a Mersînê Perîhan Koca û kesên ligel wê  li Kolana Pazarê belavok belavkirin û gel vexwendiyê bernameyê û meşa 18’ê Mijdarê ya Gemlîkê kirin.