Li Rihayê polîs jinek tehdîd kir 2023-11-14 18:38:08   RIHA - Li Rihayê polîsekî li kolanê jinek tehdîd kir.   Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê li ber Qeymeqamtiya Eyyubiye polîsekî êrîşê jinek û birayê wê kir. Welatiyên derdorê bi telefonê dîmen girtin û li ser çapemeniya civakî weşandin.   Di dîmenan de polîs bi ser jineke ku nasnameya wê nehat hînbûn de çû û tehdîd kir.  Jina ku rastî êrîşe hat hewl da dîmanan qeyd bike lê polîs li ser vê hêrs bû. Polîsekî din jî hewl da pêşî li jinê bigire û polîs jinê dike wesayîta polîsan.   Polîs ji cihê bûyerê dur ket û der barê jinê û birayê wê de agahî nehat girtin.