Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin 2023-11-14 17:24:21   STENBOL - Danişîna doza der barê rêveber û nivîskarên Ozgur Gundemê hatibû vekirin hate taloqkirin.    Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin û ji ber nivîsên di rojnameyê de hatine weşandin, derheqê rêveber û nivîskarên rojnameyê Huseyîn Aykol, Ayşe Batumlu Kaya, Eren Keskîn û Reyhan Çapan bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “Bi eşkereyî ji bo sûc teşwîq kirine” doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin.    Ayşe Batumlu Kaya û Huseyîn Aykol bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn û parêzerê wan Ozcan Kiliç jî di danişînê de amade bû.    Ayşe Batumlu Kaya di parastina xwe de got ku beriya niha parastina xwe kiriye û xwest ji danişînan bê varestekirin. Parêzer Ozcan Kiliç jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.