Rêxistina Sara li Kobanê û Şehbayê dest bi pêngava 25’ê Mijdarê kir 2023-11-14 14:44:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Kobanê bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê 200 biruşur belav kir, 3 pankart bi darvekirin û li Şehbayê jî daxuyanî hat dayîn.   Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ku her sal di 25’ê Mijdarê de tê pêşwazîkirin, rêxistin û saziyên parastina mafên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dest bi hemleyên cuda kirin. Di vê çarçoveyê de endamên Rêxistina Sara a Kobanê 200 biroşûrên ku di naveroka wê de avabûna Rêxistina Sara, armanc û sazîbûna wê pênase dike, li kolanên bajar û xwendekarên Zanîngeha Kobanê belav kirin. Her wiha sê pankartên li dijî tundiyê li 3 benda kontrolên sereke yên Kobanê hatin darvekirin.   Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Şehbayê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endam û nûnerên jin ên saziyan beşdar bûn û pankertên bi nivîsên "Dagirkerî tundiya herî mezin li dijî jinan e", "Jin bi xwe xwe diparêzin", "Na ji qetilkirina jinan re", "Jin jiyan azadî", "Tundiya li dijî jinan sûc e" hatin hildan.   Şehba   Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Efrîn-Şehbayê Şêrîn Mihemed ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Jin li Rojhilata Navîn kategoriya herî mezin a ku hatiye biçûkxistin, li ser mîrasa dîrokî ya ku li gorî adet û adetên civakî yên kevnar û têgînên olî yên çewt ku rewşa jinan xirab dike êş û azarên jinan girantir dike û ji mafên mirovî yên têgihîştî bêpar dihêle, ev jî dibe sedem ku rewşa jinan di civakê de nebaş bibe. Di tundiya li ser jinan de heta tu bibêjî zilm û neheqî heye, rojane li dijî jin û zarokan tundi tên kirin, bi rêbazên herî dijwar ên tundiyê, kuştin, lêdan, destdirêjî û derûnî û kiryarên dagirkeriya Tirk li ser herêma me li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi hemû rêbazên tundiyê li dijî jinan pêk anîn. Ji ber ku di pêşengiya Şoreşa Rojava de rola herî mezin a jinan e, ji ber vê yekê nehişt ku bibe mijara tundiyê, li dijî van hemû rêbazan jî jin li ber xwe da û qebûl nekir ku koletiyê bike."   Daxuyanî wiha berdevam kir: "Ji bo bidestxistina azadiya xwe û bi vî awayî azadiya civakê û li gel her jineke ku bi her cure şîdetê re rû bi rû maye bi riya rêxistinan mîna Rêxistina jinan (Rêxistina Sara) ku ji bo parastina mafên jinan bi hemû hêza xwe têdikoşe û şoreşa Rojava li hemberî hemû polîtîkayên îmha, tunekirin û zextê bûye şoreşa heqîqetê. Li hemberî hemû şert û mercên ku pê re rû bi rû maye, ew jî girêdana wê bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e ku jinan ji her tiştî rizgar kir. Em jî bi navê Rêxistina Sara li dijî tundiya li ser jinan van binpêkirinan û kiryarên cînayetê yên li dijî jinan bi tundî şermezar dikin."   Daxuyanî bi diruşma "Na ji qetilkirina jinan re" dawî bû.   Kobanê   Di dema belavkirina biruşûran de rêveberiya Rêxistina Sara Helîme Osman, behsa aramanca hemleyê û hurguliyên wê kir.   Helîme Osman wiha got: “Me îro gava yekemîn a pêngava li dijî tundiya li ser jinan dest pê kir. Hemleya me birfereh e, di nav de civîn, semîner, belavkirina broşûran, darvekirina bankartan, pêşêşkirina şanoyan û hwd hene. Hîn xalên sereke yên hemleya me hene ku em li dijî tundiya heyî bibin bersiv her wiha li hemberî zewaca zarokan û dujiniyê bibin hêza çareseriyê. Em ê di van çalakiyan de jin û mêran beşdar bikin ku em bikaribin herdû zayendan jî hişyar û perwerde bikin.”   ‘Em ê li pey vê soza xwe bin da ku tevahî jinan ji tundiyê rizgar bikin’   Helîme Osman bal kişand ser rewşa jinan û wiha got: “Jinên ku hêz û çavkaniya jiyanê ne, dema ev çavkanî rû bi rû êrîşên tundî û qirkirinê tên civak bi temamî bi bandor dibe. Lewre heger em bala xwe niha bidinê li Kurdistanê û hemû deverên cîhanê, şer û pevçûnên ku rû didin bandora herî zêde li ser jinan dikin ku em vî şerî jî weke tundî digrin dest. Ji bo vê em ê xwedî li jinan derkevin û ji bo wan bibin palpişt da ku hêza xwe ji me bigrin û bi em rengekî hevbeş dawî li tundiyê bînin. Bi taybetî jî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, jinên wan deveran di asta herî bilind de tundiyê dijîn, rastî revandin, qetilkirin û destdirêjiyê tên. Dê xebatên me bi vê rojê re sînordar nemînin, me soz daye em ê li pey vê soza xwe bin da ku tevahî jinan ji tundiyê rizgar bikin.”   Broşûr hatin belavkirin   Her wiha endama Rêxistina Sara Kamîle Elî helwesta xwe bi vî rengî anî ziman: “Me îro 200 broşûr li gel belav kirin, armanca belavkirina broşûran danasîna rêxistina Sara ye û hişyarkirina jinan ji bo serlêdana rêxistina me dema ku rû bi rûyê tundiyê werin. Ji ber ku gelek jin hene ji ber zextên civak û malbatê nikarin xwe bigihîjînin me û wê cesaretê di xwe de nabînin. Em jî dixwazin di vî warî de jinan bihêz bikin ku li dijî hemû şêwazên tundiyê bêdeng nemîne û mafê xwe bixwazin. Mêrên serdest jinan weke mulkê xwe dibînin, ji ber vê tundiya ku pêk tînin rewa nîşan dide. Lê em niha di pêvajoya şoreşa jinan de ne ku ev derfeta herî mezin e ji bo me. Ji bo em xwe ji pencên tundiyê rizgar bikin û civaka xwe sererast bikin. Em bang li tevahî jinan dikin ku li dedora vê şoreşê kom bibin û em hêza xwe bikin yek.”