Berteka li dijî êrişên li ser Şengalê 2023-11-14 12:48:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya TAJÊ û Meclîsa Gel a Sinûnê xelkê Sinûnê li cihê êrişa duh şev kom bûn daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de êrişa li dijî şervanên YBŞ’ê hate şermezar kirin û ev peyam hate dayîn; “Di salvegera rizgarbûna Şengalê de zarokên Êzidî yên DAIŞ’ê şikandin, rastî êrişê hatin. Yên Şengal rizgar kirin wê li Şengalê bimînin.”   Di 8’emîn salvegera rizgarbûna Şengalê de dewleta tirk careke din hêzên parastina Şengalê kir armanc. Duh bi şev (13’ê Mijdarê) saet derdora 23.00’an de li nahiya Sinûnê ya Şengalê wesayîta sivîl a ku şervanên YBŞ’ê tê de bû hedefa êrişa balefira bêmirov a biçek a dewleta tirk. YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişê de 2 şervanên YBŞ’ê yên bi navê Berxwedan Şengalî (Cahît Derwêş Ilyas) û Argeş Feqîr (Seed Xelîl Qasim Çûko) şehîd bûne, şervanekî YBŞ’ê jî birîndar bû.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Gel a Sinûnê li cihê êrişê daxuyaniyek da û bi tundî êrişê şermezar kir. Endamên meclîsên gel, endamên TAJÊ, endamên Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê û xelkê Sinûnê li cihê êrişê kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê bi awayeke girseyî hate dayîn.   ‘Dijmin çi bike jî Êzidî natirsin’   Di daxuyaniyê de li ser navê koordinasyona TAJÊ dayê Şemê Remo axivî û got: “Di salvegera rizgarkirina Şengalê de dijmin ev êriş kir. Malên me yên li Başûrê Kurdistanê pêl bi pêl vedigeriyan Şengalê. Ew zarokên Êzidî ku DAIŞ şikandin, di fermanê de çek rakirin û sond xwarin rastî êrişê hatin. Lê çi dibe bila bibe em dest ji dijmin re danaynin, em dest ji doza xwe bernadin. Şehîdên me parçeyek ji laşê me ne, zarokên me ne lê em bi şehîdên xwe serbilindin. Dijmin çi bike jî Êzidî natirsin. Her Êzidiyek li ku derê be wê doza xwe bimeşîne.’’   ‘Dijmin naxwaze Şengal aram bibe’   Li ser navê Meclîsa Gel a Sinûnê jî hevserokê meclîsê Seydo Elî wiha axivî: “8 sal di ser rizgarkirina Şengalê re derbas bûn, xelkê me vedigeriya ser cih û warê xwe. Dijmin naxwaze Şengal aram bibe.  Yên ji Şengalê reviyane dixwazin car din Şengalê vegerînin beriya 2014’an. Divê xelkê Şengalê rabe ser xwe û bêje em Şengalê teslîmî kesî nakin. Yên ku Şengalê rizgar kirin wê li Şengalê bin. Çiqas êrişê me bikin jî emê kar û xebatê xwe berdewam bikin. Şengal Şengala me ye.’’   Daxuyanî bi dirûşma şehîd namirin û bijî berxwedana YBŞ’ê bi dawî bû.