Dê ji bo nivîskar û rojnamegerên girtî qert bên şandin 2023-11-14 12:30:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Wê bi pêşengiya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi munasebeta 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de sibehê li Amedê ji rojnameger û nivîskarên girtî re qert bên şandin.    Wê bi pêşengiya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi munasebeta 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de sibehê li Amedê ji rojnameger û nivîskarên girtî re qert bên şandin. Wê roja çarşemê ango sibehê li Postexaneya li Taxa Ofîsê ya girêdayî navçeya Yenişehira Amedê saet di 11.00'an de endam û rêveberiya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bên gel hevdu û qertan ji bo nivîskar û rojnamegerên girtî bişînin. Dê piştre jî serdana saziyên rojnamegeran bê kirin.