Xelata ji bo çapemeniyê hat dayin ne sûc e! 2023-11-14 12:26:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Lijneya Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê ji bo Guler Yildiz Bastion a bernameya Pencereya Kesk a Ekolojiyê ya li ser ekranên JIN TV'yê pêşkêş dike, xelat dabûn. Ji ber vê yekê derbarê endamên Lijneya Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê doz hatibû vekirin. Dadgehê biryara xelata ji bo çapemeniyê ne sûc e da û biryara beratê da.    Endamên Lijneya Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê ji bo Guler Yildiz Bastion a bernameya Pencereya Kesk a Ekolojiyê ya li ser ekranên JIN TV'yê pêşkêş dike, "Xelata Çapemeniyê ya Emre Madran" dabûn. Ji ber vê yekê derbarê endamên Lijneya Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê bi îddiaya "Endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Ev doz ji îstinafê vegeriya. Dadgehê biryara xelata ji bo çapemeniyê ne sûc e da û biryara beratê da.