Mizgînê ji îfadeya şahidê aşkere Umît Akbiyik berat kir 2023-11-14 11:45:14     AMED - Mizgîn Karataş a ku li ser îfadeyên şahidê aşkere Ûmît Akbîyik dihat darizandin, beraat kir.   Danişîna Mizgîn Karataş a ku ji ber îfadeya şahidê aşkere Ûmît Akbîyik hat girtin û der barê wî de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin, danişîna dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Mizgînê beşdarî danişînê nebû, parêzerê wî Hasan Yalçin tevli danişînê bû.   Dozgeriyê der barê esasê de nêrîna xwe dubare kir.   'Sûcdarî bê bêbingeh in'   Parêzer Hasan Yalçin, anî ziman ku yekane delîlên di dosyayê de îfadeya Ûmît Akbîyik e ku ji hiqûqa poşmaniyê sûd wergirtiye û diyar kir ku îfadeyên şahid di çarçoveya lêpirsînê de û îfadeyên ku li dadgehê dane berevajî hev in. Hasan, anî ziman ku Ûmît Akbîyik îdia kiriye ku mala muwekîlê wî maleke ewle ye û wiha got: “Di rojên ku got li wê malê hevdîtin pêk anîne, muwekîla min mal vala kiriye û li wê malê rûnedinişt. Dema ku muwekîla min mala navborî bi kirê girtiye diyar e ku di roja di îfadeya şahid de hatiye gotin de tu têkiliya wê bi malê re tune ye. "Bi vî awayî, îfadeyên şahid bêbingeh in."   Hasan destnîşan kir ku sûcdariyên derbarê muwekîla wî de hatine kirin ji îfadeyên razber pêk tê û daxwaza beraata muwekîla xwe kir.   Biryara beraetê   Heyeta dadgehê piştî navbereke kin biyra beraetê derbarê Mizgînê de da.