Ji bo kesên tê xwestin bên bêdengkirin banga têkoşîna hevpar 2023-11-14 09:03:11       ÊLIH - Hevseroka HEDEP'ê ya Êlihê Sedef Ozdemîr der barê kampanyaya ku TJA'yê bi dirûşima "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" da destpêkirin, de got: "Ez hemû jinên ku tê xwestin bên bêdengkirin vedixwînim têkoşîna hevpar."   Di çarçoveya kampanyaya ku Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" daye destpêkirin de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê atolyeyên perwerdeyê dewam dikin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Êlihê Sedef Ozdemîr, têkildarî kampanyaya ku li dijî şer, tecrîd û polîtîkayên şîdetê yên pergala serdest a mêr bi armanca hişyarkirina civakê hatiye destpêkirin û dê heta 8'ê Adarê bidome de axivî.   'Ne pirsgirêka jinê pirsgirêka mêraniyê heye'   Sedefê, da zanîn ku li cîhanê  serdestiyê xwe li ser mêraniyê ava kiriye û destnîşan kir ku bi vê feraseta mêraniyê re jin weke kesên çîna duyemîn û sêyemîn tên dîtin. Sedefê da xuyakirin ku nêzîkatiya serdest a mêr jinan ji nedîtî ve tê û destnîşan kir ku pirsgirêka jinê tune, pirsgirêka mêrtiyê heye. Sedefê  wiha dewam kir, “Ji ber ku tu pirsgirêkên jinan bi jinan re tune ne. Pergalên ku li ser bingehên mêraniyê tên înşakirin, tehamûlî jinên ku dikarin bifikirin, lêpirsîn bikin û li dijî wan derkevin. Ev ne tenê piyê pergalê ye, di heman demê de ji bo  mêrên li mal û kolanan jî wisa ye. Mêrê di pergalê de çawa be yê li malê jî bi heman rengî ye. Ji ber ku xwe ji heman zihniyetê ava dike. “Bi vî awayî hemû jinên ku li her qadê têdikoşin û li ber xwe didin dibin hedefa vê sîstemê û mêran."   'Şîdet piralî tê bikaranîn'   Sedefê diyar kir ku ew ê tax bi tax, mal bi mal, gund bi gund  bi kampanyaya bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" dane destpêkirin bigerin û diyar kir ku şîdeta mêr ne tenê ji sîstemê tê di heman demê de ji mêrên li mal, li tax û kolanan jî tê. Sedefê her wiha anî ziman ku şîdet gelek aliyên wê hene û anî ziman ku bi taybet şîdeta derûnî girîng e û bûyerên ku jinan ber bi xwekuştinê ve dibin zêde bûne.   Li her derê tundî heye!   Sedefê got, “Rastiya jinê ya ku nikarîbû zincîrên xwe biqetîne, li ber destê me ye û wiha got: “Ev jin nizane li malê wê çawa li ber xwe bide. Em hewl didin xwe bigihînin van jinan da ku ji wan re bibêjin ku ew ne bi tenê ne."  Sedefê diyar kir ku wan bi vê kampanyayê peyam dane zîhniyeta mêr û wiha dewam kir: “Her çend ku em nikaribin mal bi mal yek bi yek xwe bigihînin wan jinan jî divê mêr zanibin ku ew jin ne bi tenê ne. Pirsgirêka me ya hevpar bi jinan re ne tenê zayendî ye. Em vê yekê bi israr diyar dikin. Pirsgirêka jinan li her derê cîhanê yek e. Ev pirsgirêk ne tenê li erdnîgariya me tê jiyîn. Jineke Kurd li vir çi bijî, jineke Îngîlîz an jî Pakîstanî jî heman tiştî dijî.”   'Divê jin xwedî li kampanyayên xwe derkevin'   Sedefê  gotina Malala Yûsifzay a “Dema ku em hatin bêdengkirin me jinan girîngiya dengê xwe fêm kir” bi bîr xist û got, “Ez hemû jinên tê xwestin bên  bêdengkirin vedixwînim têkoşîna hepar. Ji ber ku heta em hevkariyê nekin, em ê her tim bibin hedef, ji pergala mêraniyê bigire heta zilamê malê.  Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo bibin pêşeng li kampanyayên ku tên destpêkirin xwedî derkevin.