ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-14 09:00:00     *Hevseroka HEDEP'ê ya Êlihê Sedef Ozdemîr der barê kampanyaya ku TJA'yê bi dirûşima "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" da destpêkirin, de got: "Ez hemû jinên ku tê xwestin bên bêdengkirin vedixwînim têkoşîna hevpar." DÎMEN HEYE   * Parêzer Cemile Turhalli têkildarî tecrîda mutlak a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da zanîn tecrîd encama neçareserkirina siyasî ye û wiha got:"Tecrîd li ser civakê tê ferzkirin û tê xwestin wiha civak bê teslîmgirtin." DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku di şer û pevçûnên dawî de jî weke hemû şeran jin û zarok bûne hedef û destnîşan kirin ku divê jinên Filistînî û Îsraîlî hevkariyê bikin û jinên din ên cîhanê bi wan re piştevaniyê bixin. DÎMEN HEYE   *Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de tespîta "Di dîrokê de tu carî evîn ewqas neketibû bin piyan" û bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê û got: "Yên ku nikarin di azadiya jinê de xwe pêş bixin divê fêhm bikin ku di tu qada azadiya civakî û siyasî de nikarin bibin çareserker û veguherîner." DOSYA   *Di îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve derbarê 6 bersûcên ku Garîbe Dag û keça wê Naîme Dag qetil kirin de ji 11 sûcan ceza hat xwestin.   *Endama Lijneya Rêveberiyên Xwecihî Rozerîn Îldan, da zanîn hedefa esil azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got:"Di heman demê de hilbijartinên rêveberiyên herêmî nêz dibin. Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de hemû şaredariyên li Kurdistanê bigirin û li vir li ser esasên rêya sêyem siyasetekê bimeşînin." DÎMEN HEYE   *Jinên tevlî 4'emîn Mîhrîcana Pakrewan Stêrvan a li Helebê bûn, diyar kirin ku armanca wan ew e ku bi mîhrîcanên bi vî rengî, zêdetir çanda jinên ciwan xurt bibe û wiha gotin:" Wê bi pêşxistina hunerê, jinên ciwan faşîzmê têk bibin." DÎMEN HEYE