RJAK’ê bernama çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê eşkere kir 2023-11-13 16:15:37     NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK'ê bernameya çalakiyên 16 rojî yên 25'ê Mijdarê aşkera kir û diyar kir ku wê li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê semîner, meş û çalakiyên cûda li dar bixin.   Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) li Silêmaniyê bi daxuyaniyek çapemeniyê bernameya rêze çalakiyên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê eşkere kir.  Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endama RJAK’ê Şeyma Nebîl ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de hat gotin:   “Êdî kuştinên ku bi behaneya ‘namûs’yan jî her behaneyek din teror yan jî bombebaran li ser xaka me pêk tê bi aramanca dagirkeriyê ye. Ji ber ku jinên ji aliyê dagirkeran ve tên qetilkirin, jinên di jêr navê ‘namûsê’ de tên kuştin û jinên ku kirîn û firotin pê tên kirin bi heman hişmendiyê tê kirin. Ew hişmendî jî li dijî jin û dijî mirovahiyê ne.”   Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ew hişyarkirina civakê wek erkê xwe dibînin û ew ê têkoşîna xwişkên Mîrabel a li dijî zilmê berdewam bikin.   Derbarê cih û demên çalakiyan de jî hat gotin: “Wek RJAK em ê li Silêmanî, Kerkûk, Ranya, Germiyan û ger dibistan vebûn jî em ê semîneran ji bo xwendevanan bidin. Em ê çalakiyên bi rengê meş, daxuyanî û belavokan jî li dar bixin.”