Li Îzmîrê ji bo tevlîbûna 'Meşa Gemlîkê' bang hat kirin 2023-11-13 14:17:24     ÎZMÎR - Ji bo tevlîbûna "Meşa Azadiyê" ya ber bi Gemlîkê ve, li Îzmîrê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "“Divê astengiyên li pêşiya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bên rakirin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlehiya Bilind girtî ye. 32 meh in agahî ji Ocalan û sê girtiyên li cem wî nayê girtin û “tecrîda dijwarkirî” didome. Serlêdanên malbat û parêzeran nayên qebûlkirin û tên redkirin. Ji bo agahî ji Ocalan bê girtin û bihîje azadiya xwe, bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) dê di 18’ê mijdarê de “Meşa Azadiyê” ber bi navçeya Gemlîka Bûrsayê ve li dar bixin.    Aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HEDEP, HDP, DBP, Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re ya EGE (EGE-TUHAYDER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER dê li Îzmîrê jî “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Têkildarî meşê li avahiya HDP’a Îzmîrê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Li eywana civînê pankarta bi nivîsa “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” hat daliqandin.    Rêveberê HDP’a Îzmîrê Mahsum Koç di civînê de daxuyanî da û diyar kir ku deshtilatdariya AKP-MHP’ê bi desteka hêzên navneteweyî 25 sal in tecrîda girankirî li ser Ocalan dide meşandin û tecrîdê dijwartir kiriye. Koç anî ziman ku ev 33 mehên dawî ne jî Ocalan xistine nava tecrîd û îzolasyonek dijwar û ev li dijî pergala hiqûqê ye. Mahsûm xwest dethilatdarî dest ji polîtîkayên tecrîdê berde û got: “Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bên rakirin. Divê ku bi lez û bez bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”    Mahsum destnîşan kir ku ew li dijî siyaseta şer aştiyê û li dijî polîtîkaya tecrîdê jî azadiyê diparêzin û got: “Em dixwazin her kes beşdarî meşa me ya bi dirûşma ‘Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk’ ve bibe. Em hemû aliyan vedixwînin vê meşa xwe ya azadiyê.”    Civîn bi berzkirina dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.