375 koçberên din ên Êzidî vegeriyan Şengalê 2023-11-13 14:10:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ji wargeha koçberan ya Zoxo 375 koçberên Êzidî bi daxwaza zqwcvegeriyan ser cih û warê xwe yên li Şengalê.   Vegera koçberên Êzidî ya ji bo Şengalê bê navber dewam dike. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 375 koçberên Êzidî ji wargeha Persef Yek ya li bajarokê Zaxo ya Herêma Kurdistanê, bi daxwaza xwe vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku proseya ji bo vegerandina penaberên di wargehan de dewam dike, ji bo kesên vedigerin ser cih û warên xwe pêdawîstiyên bingehîn tên dabînkirin.