Ji bo meşa ber bi Gemlîkê ve bang hat kirin 2023-11-13 14:06:30     AMED - Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med a Amedê ji bo meşa Gemlîkê ye 18’ê Mijdarê pêk bê bang kir. Sabiha Akdag diyar kir ji bo aştiyek mayînde û ji azadiyê re bibin rê, wê di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin.   33 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û serlêdanên malbat û parêzeran bêyî hincet tên redkirin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Kesên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine  (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbat û Girtiyan re  (TUHAY-DER) wê di 18’ê Mijdarê de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Gemlîk a Bursayê "Meşa azadiyê" pêk bê.    Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) a Amedê ji bo meşa Gemlîkê ya 18’ê Mijdarê banga tevlîbûne kir. Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aşitiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin jiyan azadî” hat vekirin.    Endama Tevgera Jinên Azad Sabîha Akdag metna kurdî û Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med(MED TUHAD-FED) Emîne Kaya jî metna Tirkî xwendin.   'Ji sed salî zêdetir e siyaseta bişavtinê tê meşandin'   Sabîha di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi avakirina netewdewletê, ev sed sal zêdetir e, li ser vê axê jin, gel, bawerî û kedkar hatine înkarkirin û li ser feraseta yekperestiyê her tim siyaseta bişavtin û tundiyê hatinê meşandin. Sabîhayê daxuyand ku bi taybetî siyaseta înkarê ya ku li hemderî kurdan hatiye meşandin de armanc mafên kurdan yên bingehîn, çand, ziman û qadên wan ên jiyanê tune hesibandin û ji holê rakirin e. Sabîhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Komar ket sedsala xwe ya duyemîn. Di sed sala borî de çareseriyeke demokratîk ji pirsgirêka kurd re nehat dîtin. Di sedsala duyemîn de jî siyaseta înkar û tunehesibandinê didome. Neyartiya AKP-MHP'ê ku xwe dispêre neyartiya Kurdan û jinan her ku diçe mezintirîn dibe. Ev neyartiya ku her diçe mezin dibe edî dixwazin bikin hiqûqek. Kirinên ku biryarên makezagon û AIHMê naynin cih, pergala qayûmê ku vîna gelê Kurd binpê bike, siyaseta qirkirina siyasî û siyaseta dîlgirtinên, nîşaneya hiqûqa neyartiyê li hember kurdan û jinan e. Ligel zextên li ser zimanê Kurdî, hewldana ku dixwazin kesên zimanên xwe diparêzin linç bikin ji siyaseta cuda kirinê ya vê desthilêtdariyê ne cihê ye. Hemû tahrîbatên ku hiqûqa neyartiyê jiyana jinan rast e rast dike bin bandora xwe, desthilatdarî bi rêya ser motîvasyona milîtarîzmê pêk tîne û ji jiyana me didize. Pergal bi hişmendiya dewletparêziya mêrane dixwaze tundiya li ser jinê asayî bike. Bi vê hişmendiyê xwezaya me talan dike av û çemên me qirêj dike. Şewitandina daristanan, koçberî, surgûn û xizanî bi vê siyaseta talankerî bêtir  kûr dibe. Ev feraset bêtir dibe sedema bê azadî bê edaletî bê hiqûqî û xizaniyê.   Desthilatdariya AKP-MHPê, bi taybetî ji nîsana 2015'an û vir de pirsgirêka Kurd bê muhatab hiştin. Ev siyaseta şergeriyê bi tecrîdkirina Birêz Ocalan hate despêkirin.”    ‘Tecrîd di heman demê de tê wateya dijminatiya gelê Kurd  ’   Sabîha Akdag di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku tecrîd di heman demê de tê wateya dijminatiya gelê Kurd û deskeftiyên wan. Sabîha anî ziman ku  tecrîda ku ev 25 sal in li Îmraliyê tê kirin tenê ne tecrîda li hember mirovekî ye, tecrîda ku tê meşandin israra neçareseriya pirsgirêka gelê Kurd e. Sabîhayê wiha bi lêv kir: “Dixwazin bi hemû amûrên şerên qirêj û taybet tekoşîna jinê ya azadiyê tecrîd bikin. Ji ber vê yekê ji bo em tecrîdê bişkînin pêşengiya vê yekê divê di rojeva me jinan de be. Îro hevkarî ya faşîşt a AKP-MHP'ê ku di vê tecrîdê de israr dike û dixwaze vê yekê bike rêbazek herî zêde li ser jinan bandorê dike. Bi siyaseta şerê taybet vê yekê li ser jinên kurd pêk tîne, bi qanûnên ku derdixe destkeftiyên jinan dike hedef. Li ser destkeftiyên jinan hevkariya mêr a qirêj dike. Jin, bi hevkariyeke wisa re rû bi rû ne ku ji perwerdehiyê heta siyasetê, ji hunerê heta hilberînê, di tu qada rêveberiyê de naxwaze jinan bibîne û dixwaze wan ji jiyanê dûr bixe. Di hemû qanûnên ku di dema nêzîk de hatin derxistin de bingeh pergala tecrîdê ye. Bi rakirina Peymana Stenbolê ku parastina jinan a jiyanê bû, bi qanûnên ku di demeke nêz de di derbarê mafê nefeqê de dixwazin pêk bînin, mebest ew e ku jinan ji jiyanê dûr bixin. Îro bi hiqûqa mêr bi medyaya mêrparêz, bi gotinên siyasî yên mêrane yên di qadan de tên gotin, gav bi gav jinan ji jiyanê dûr dixin. Kesên li hember jinan sûc dikin hêzên asayîşê bi zirha bêcezatiyê diparêzin, qirkirina jinan, tundiya li hember jinan, rewa dikin û ev desthiletdarî dixwaze tecrîdê bike rêbazeke rêvebiriyê.”   'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan rojeva me ya bingihîn e'   Sabîhayê destnîşan kir navê têkoşîna li hember tecrîdê û şikandina tecrîdê yan din jî rawestandina qirkirina jinan e. Sabîhayê da xuya kirin ku têkoşîna li hemberî siyaseta şer û tundiyê avakirina aştiyek bi rûmet e. Sabîhayê da nîşandan ku li her qadên cîhanê kesên ku di bin bandora siyaseta tundiyê de dimîne jin in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku mecbûr dimînin qadan terk bikin, di rêyên koçberiyê de rastî her cure tundî, tacîz û tecawuzê tên, em jin in. Li hemberî kesên ku  dixwazin jinan bê nefes bihêlin, ji bo ku em karibin jiyaneke asayî bijîn tecrîda ku sucê mirovahiyê ye karibe bişkîne hêza jinê ye. Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan rojeva me ya bingihîn e. Ji bo edaletê em edaletê diparêzin û ji bo wekheviyê em wekheviya ku mafê me ye dixwazin. Ji bo çaresariya demokratîk a pirsgirêka kurd em azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Ji ber vê yekê, ji bo aşitiyeke mayînde em ê di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Em dibin gav, ji azadiyê re, em dibin rê ji azadiyê re.”