HEDEP'a Stenbolê kongreya xwe li dar xist 2023-11-12 16:01:32     STENBOL -Di 2'emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HEDEP'a Stenbolê de ku peyama berfirehkirina têkoşîna rêxistinbûyî û şikandina tecrîda Îmraliyê hat dayîn, Gonca Yangoz û Murat Kalmaz bûn hevserokên nû.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Stenbolê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya partiya xwe Tûlay Hatîmoglûllarî, li Navenda Performansa Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê bi dirûşma "HEDEP dê dîsa bi ser bikeve" 2'emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist.    Piraniya welatiyên hatin kongreyê jin bûn. Jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî û şalên binefşî bi tilîlî û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” ketin salonê. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê û dayikên Nobeda Edaletê jî hatin salona kongreyê û dirûşma "Bijî berxwedana zindana" berz kirin. Di vê navberê de her kesî dayik bi çepikan pêşwazî kirin.   Daxwaz li ser pankartan bûn!   Li salona kongreyê ya bi alên HEDEP'ê, bi pankarta li ser dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Em ê Tecrîdê Bişkînin", "Em Zarokên Roje ne Kî Dikare Me Tune Bike", "Dawî li Komkujiya Xezayê bînin", "Ji bo pirsgirêka kurd çareseriy demokratîk" û “Em bi serhildana xwe birêxistin dibin, em azadiya xwe diparêzin” hat daliqandin.    Peyam zelal bû: Em ê azadiya fîzîkî misoger bikin!   Di kongreyê de gelek siyasetmedar, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parêzvanên mafên mirovan ên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, nûnerên jin û saziyên sivîl jî beşdarî kongreyê bûn. Kesên li salonê bi zimanan kurmancî, erebî, suryanî, îngilîzî, ermenî, kurmancî, rûsî û lazkî jî di nav de, bi 9 zimanên li ser dikê hatin pê?wazîkirin. Bi hezaran kesÎ demeke dirêj govend gerandin. Gel gelek caran ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girava Îmraliyê tê ragirtin û 33 meh in agahî jê nayê girtin, silav ŞAND û dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li aliyê din siyasetmedarên ku axivîn peyam dan ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê û misogerkirina azadiya fîzîkî wê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.   Di kongreyê de raporên Xebat û Meclîsa Jin û Ciwanan hatin xwendin.   Hevserokên nû hatin hilbijartin   Herî dawî di kongreyê de hevserokên nû û endamên rêveberiya bajêr hatin hilbijartin. Piştî dengdayînê Hevserokên HEDEP'ê Gonca Yangoz û Murat Kalmaz gel silav kirin.