Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya bi kurdî qedexe kir 2023-11-12 15:32:55     ŞIRNEX - Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya hunerê ya zarokan a bi kurdî li ser daxwaza şaredariyê qedexe kir.    Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Cizîr a Şirnexê ku ji hêla Organîzasyona Sanatçayê û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve tê organîzankirin, careke din hate astengkirin. Konsera ku dê duh bihata lidarxistin, ji hêla qeyûm ve hatibû astengkirin. Îro jî dihat payîn ku Gerok Ma li Parka Botaşê ya li Taxa Çemkûrkê (Nûr) atolyeya hunerê ya zarokan li dar bixe lê ew jî hate astengkirin.    Demekî kin ji bo lidarxistina bernameyê mabû ku qeyûma Cizîrê ragihand ku dê li parkê bernameyeke cuda ji bo zarokan li dar bixin. Kesên di çarçoveya mîhrîcanê de berê xwe dan parkê, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan diyar kirin ku bi hinceta “agahî nehatiye dayîn” dê nehêlin Gerok Ma atolyeyê li dar bixe. Di heman demê de dora parkê jî hate dorpêçkirin.