Ciwanên Kurd ji bo azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan 2023-11-11 19:44:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Kurd li Ewropa û Kanadayê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daketin qadan.   Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li gelek navendên Kanada û Ewropayê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber APO re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" daketin qadan.   Parîs   Endamên TCŞ û TekoJIN’ê ku li paytexta Parîs a Fransayê hatin cem hev, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. Ciwanên li Gare Du Nordê hatin cem hev, tîşortên spî yên dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li ser nivisîbûn li xwe kirin û dest bi meşê kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em soz didin ku em ê di rêya ku bi Rêber Apo re dest pê kiriye de bi Rêber Apo re  i ser bikevin."   Lozan   Endamên Tevgera Ciwanên Ewropa Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ku li bajarê Lozan ê Swîsreyê hatin cem hev, bang li hemû ciwanên şoreşger kirin ku dakevin qadan. Ciwanan li kolana Place de Riponne bi pankarta 15 metreyî ya bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" dest bi meşê kirin. Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN'ê diyar kirin ku paradîgmaya Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan yekane çareseriya vê pêvajoya kaotîk a li cîhanê ye.   Ciwanan diyar kirin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û gotin ku heta pergala êşkenceya Îmraliyê neyê rûxandin ew ê qadên xwe terk nekin.   Marsîlya   Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li herêma Dragûîgnan a bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev civiyan û heta ber Postexaneya Biçûk meşiyan. Gelek caran dirûşmên "Bijî Serok APO" û "Liberté Pour Ocalan" hatin berzkirin.   Ciwanan diyar kirin ku azadiya gelê Kurd bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û gotin, "Astengiya herî mezin a li pêşiya têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye."   Dusseldorf   Meşa li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li ber avahiya DGB Hausê dest pê kir. Ciwanan gelek caran bênavber dirûşmên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan berz kirin û ji bo hilweşandina pergala Îmraliyê peyam dan. Her wiha ciwanan bi dirûşmên Almanî daxuyandin ku hemû saziyên mafên mirovan ên li Ewropayê bi taybet Elmanya ji vê pergala êşkenceyê berpirsyar in.   Zurîh   Ciwanên li Zurîh ê Swîsreyê li hev civiyan bang li hemû ciwanên şoreşger kirin dakevin qadan.Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN'ê diyar kirin ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yekane çareseriya vê pêvajoya kaotîk a li cîhanê ye.   Daxuyaniya hevpar   Daxuyaniya hevpar a ciwanan di çalakiyan de xwendin wiha ye: “Pêngava 'Azadî ji Rêber APO re, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ku di 10'ê Cotmehê de zêdetirî 100 cihên cuda dest pê kir. Dîroka destpêkirina pêngavê ya çaryek sedsalî û kûrkirina tecrîda mutleq a ku 3 sal temam bûye de girîng bû, 25 sal in gelê Kurd li dijî komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber APO de hatiye pêşxistin berxwedan û têkoşîneke bênavber dimeşîne. Pêngava 10’ê Cotmeha 2023’yan ji bo ciwan û gelê Kurd qonaxek nû afirand. Gelê Kurd bi dehan salan li dijî faşîzm û zilmê li ber xwe da û gelên Rojhilata Navîn birêxistin kir û bi paradîgmaya ku afirandiye ji gelan û dinyayê deriyekî nû vekir.”   ‘Konfederalîzma demokratîk ji bo hemû gelan bûye hêvî’   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Têkoşîna li dijî komployê di sala xwe ya 25’an de bi pêngava dawî ya li dijî komploya navneteweyî ya ku gelê Kurd û dostên wan pêş xistiye didome. Em dibînin ku êdî fikrên Rêber APO li cîhanê belav bûye. Her ciwanê ku li dijî pergalê li ber xwe dide rêya serkeftinê di Rêber APO de dibîne. Mînaka vê ya herî nêz jî 1’emîn Konferansa Ciwanên Cîhanê ye ku di 3-5'ê Mijdarê de pêk hat. Encamên Konferansa Ciwanên Cîhanê careke din nîşan da ku 49 rêxistin û partiyên cuda xwedî limpêngava "Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd" derketin û rengekî nû da pêngava ku di 10'ê Cotmehê de hatiye destpêkirin.Ev jî nîşan dide ku astengiya herî mezin a li pêşiya têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Konfederalîzma Demokratîk ne tenê ya Kurdistanê ye; ji bo hemû gelên bindest bûye hêvî. Eger em van hemûyan li gel dîroka têkoşînê ya nîvsedsalî li ber çavan bigirin, em bi biryar in ku di vê pêvajoya dîrokî de bi her awayî rol û mîsyona ku Rêber APO daye me ciwanan bi cih bînin. di guherîn û veguhertinê de  bibin pêşeng. Di pêvajoyeke wiha dîrokî de pêngaveke wiha ji çar aliyê cîhanê hati destpêkirin, nîşaneya fînala serkeftinê be.”   ‘Bê rêbertiyê tu wateya me nîne’   Di dawiya daxuyanyê de wiha hat gotin: “Em dikarin bibêjin ku bêyî Rêber APO tu wate û girîngiya me nîne. Dema ku Rêber APO li dijî pergala îşkenceya Îmraliyê ya ku ji bo mirovahiyê û gelê Kurdistanê trajediyek e, berxwedana xwe ya dîrokî nîşan dide, divê em weke ciwan bêyî şert û merc her tim ji bo Rêber APO li ber xwe bidin. Weke ciwanên Apoyî sebra me nemaye. Tecrîda mutleq û îşkenceya derûnî ya ku 3 sal temam kir, êdî sînorên ciwanên Kurd û gelê Kurd derbas dike. Em ê van sozên ku me ji bo Onder APO dayî di pratîkê de bi pêşengiyê pêk bînin. Çawa ku beriya 25 salan bi biryara çalakgerên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' ruhekî li ser bawerî û armancê girtiye ser xwe, me jî weke TCŞ û TEKOJIN'ê bi vî ruhî û baweriya ku ji dîrokê tê, girtiye ser xwe û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, pêşengê guhertin û nûbûnê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkê em ê têbikoşin. Em ê dîrokê ji nû ve biguherînin. Çawa ku Rêber APO got 'me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biqedînin' em ê vê pêngavê bi vê dirûşmeyê mezin bikin û heta bigihêje armanca xwe têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin.   Çalakiyên 11-12’ê Mijdarê ji bo ciwanên Kurd, gelê Kurd û dostên wan xala werçerxê ye. Her çendî di 18’ê Cotmehê bi awayekî fermî beşdarî pêngavê bûn jî, çalakî û meşên ku îro ji bo Rêber APO li 15 navendên cuda hatin lidarxistin, destpêkek e ku heta ku armanc pêk neyê wê ti carî bi dawî nebe. Li ser vê bingehê em diyar dikin ku yekane armanca me ew e ku pêngava 'Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd' ku bi ruhê ciwantiyê belav bûye û gerdûnî bûye bi serketî biqedînin. Li ser vê bingehê em soz didin ku em ê  di rêya ku bi Rêber Apo re dest pê kiriye de bi Rêber Apo re bi ser bikevin."