Aktîvîstên TJA’yê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hatin pêşwazîkirin 2023-11-11 14:57:38       AMED -  Jinên ku ji Doza TJA'yê serbest hatin berdan li Amedê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Jinan di pêşwazîkirinê de peyama berdewamkirina têkoşîne dan.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin. Aktîvîstên TJA’yê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêveberiya wê” tên darizandin. Danişîna ewil a dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Gulistan Dehşet, Didar Çeşme, Bedia Akkaya, Figen Aras Kaplan, Figen Ekti, Mekiye Ormanci, Hatice Gungor, Hulya Kinagu, Amîne Demîr Çoban hatin tehliyekirin.    Bedîa Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Fîgen Ektî û Mekiye Ormancı îro ji hêla aktîvîstên TJA'yê, malbatên wan, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk ên Amed û navçeyan, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (HEDEP) ên Amed û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya 78'an li ser rêya Amed û Rihayê hatin pêşwazikirin.    Bedîa Akkaya, di pêşwazîkirinê de wiha got: "Em kesên ku me pêşwazî kirine spas dikin. Em ê her tim li her derê têkoşîna xwe bidomînin    Pêşwazîkirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û tilîliyan bi dawî bû.