Li Bazîdê banga tevlîbûna 'Meşa azadiyê' 2023-11-11 14:47:35       AGIRÎ - Di civîna gel a li Bazîdê de banga tevlîbûna li "Meşa azadiyê" ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, hat kirin.   Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Bazîda Agiriyê bi gel re civiyan. Li eywanek dawetê civîna ku hat lidarxistin de pankarta "Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve" hat daliqandin. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêvebirên Partiye Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Parlamenterê HEDEP'ê Sirri Sakik û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.    Banga ji bo meşê   Destpêkê Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Wanê Hanim Kaya axivî. Hanim, bal kişand li ser tecrîdê û zextên li ser cenazeyan tê kirin û got di encama têkoşîna Dayikên Aştiyê de gihîştine encamê û wiha pê de çû: "Dewlet li hemberî cenaze û malbatên şehîdan dijminatiyê dike û destûr nayê dayîn ku wecîbeyên olî bên bicihanîn. Ji ber ku em gelek deyndarê wan in, divê em xwedî li cenaze û Birêz Ocalanê ku di bin tecrîdê de ye, derbikevin. Birêz Ocalan bi salan di bin tecrîdeke giran de tê girtin û êdî ev tecrîd li her qadên jiyanê belav bûye. Em malbatên xwe vedixwînin meşa Gemlîkê ya 18’ê Mijdarê. Ger aştî çêbibe wê di şexsê Ocalan de pêk were. Em ê hemû bi tevlîbûna xurt a meşê daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan bikin."   'Gelê kurd serî netewand'   Hevserokê TUHAY-DER'ê yê Wanê Çetîn Uyar jî bal kişand ser têkoşîna rêxistinkirî û wiha domand: "Bi bedelên giran em hatin van rojan. Tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li tevahiya qadan belav bûye. Gelê Kurd bi salan e li dijî van polîtîkayan têdikoşe û wê li ber xwe bide. Di 18'ê Mijdarê de em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ku ji berê heta niha kevneşopiyek pêşkêşî me kiriye dengê xwe bilind bikin."   Dayika Aştiyê Aynur Karatay jî bal kişand li ser girîngiya aştiyê û wiha got: "Bi yek daxwaza xwe em têdikoşin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Daxwaza me ya aştiyê dê tecrîdê bişkîne."   Piştre Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Serhat Ceylan axivî û wî jî bang tevlîbûna meşê kir.   Bername bi çepikan bi dawî bû.