Di hefteya 972’yan de li Qada Galatasarayê bûn: Dê têkoşîn bidome 2023-11-11 14:31:38       STENBOL - Dayik/Mirovên Şemiyê di hefteya 972’yemîn de ligel dorpêça polîsan xwe gihandin Qada Galatasarayê û li vir daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ji bo kiryar bên cezakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.    Dayikên/Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya 972’yemîn a bi daxwaza aqûbeta mirovên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin dane destpêkirin, li dar xist. Dayikên Şemiyê ku qurnefîl û wêneyên mirovên wan ên hatine windakirin hilgirtin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Seroka ÎHD'ê a Stenbolê Gulserena Yolerî û gelek kes tevlî çalakiyê bû. Çalakvan li Cadeya Îstîklalê kom bûn û ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Piştî 30 hefte şûnde li gel dorpêça polîsan çalakî li Qada Galatasarayê pêk hat. Li vir piştî daxuyaniyê qurnefîl hatin danîn.    Ji Mirovên Şemiyê Îkbal Eren daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku piştî 5 sal nîv li Qada Galatasarayê civiyan û got: "Kesên ku piştgirî dane me spas dikin. 28 sal in em aqûbeta windayên xwe dipirsin û em dixwazin faîl bên darizandin."   Îkbal piştî axaftinê li ser navê Dayikên Şemiyê daxuyaniya vê heftê xwend. Îkbal diyar kir ku 972 heftene ji bo xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin, kesên ku hevkariya sûc kirine û bêceza hiştine têkoşîna xwe ya edalet û pêkanîna heqîqetê li ser vê erdnegariyê didin meşandin. 972 hefte ne hewl didin ku dewlet berpirsiyariya xwe pêk bîne û raya giştî jî derbarê mijarê de bi hestiyar be. Ji 25'ê Tebaxa 2018'an heta îro bi êriş û binçavkirina polîsan re rûbirû dimînin. Piştî 5 salan nûnerên ÎHD'ê û xizmên windayan bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên windabûyî li Qada Galatasarayê ne. Di hefteya 972’yemîn de em ji bo Abdulkerîm Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş edaletê dixwazin."    Îkbal, di daxuyaniyê de wiha bal kişand ser bûyerê: "Di 7'ê Cotmeha 1995'an de leşkerên girêdayî Tabûra Komando ya Geverê ya serdar Mehmet Emîn Yurdakul bi ser gundê Agaçli a Geverê de girt û îşkence li gundiyan kir. Abdulkerim Yurtseven (73) Mîkdat Ozeken (18) û Munur Saritaş (13) hatin binçavkirin û wan birin Tabûra Cendermeyan a Navçeya Geverê. Piştî ku hatin binçavkirin êdî ji wan agahî nehat girtin.   Li gorî qeydên Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê, kesên ku hatin binçavkirin lêdan xwarine Abdulkerim Yurtseven ji ber lêdanê jiyana xwe ji dest daye û ji ber ku Mîkdat û Munur şahidî kirine ew jî hatine qetilkirine. Piştre jî cenazeyên wan hatine şewidandin.' Ligel gotinên şahidan jî Mehmet Emîn Yurdakul beraet kir. Em carek din bang dikin ku ji bo kiryar bên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin."    Piştî daxuyaniyê Dayik û Mirovên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê. Çalakvanên ku piştre çûn Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi çepikan hatin pêşwazîkirin.