Ji bo kongreya HEDEP’ê ya Stenbolê banga tevlîbûnê 2023-11-11 11:51:53       Elfazî Toral   STENBOL - Di 12'yê Mijdarê de Rêxistina HEDEP'ê ya Stenbolê 2'yemîn kongreya xwe pêk tîne. Aktîvîstên TJA'yê û siyasetmedar banga tevlîbûnê li gel kir û gotin: "Jin dê bi reng û dengê xwe tevlî kongrê bibin û gotinên xwe carek din bînin ziman."   Di 12'yê Mijdarê ango sibê li Salona Sporê ya Yahya Kemal Beyatli ya Stenbolê bi dirûşma "Ji bo serkeftinê HEDEP,  carekdin Stenbol" 2'yemîn Kongreya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (HEDEP) a Stenbolê pêk tê.  Ji bo tevlîbûnê bang hat kirin.   'Têkoşîna demokrasiyê didin'   Berdevka Jinan a Rêxistina HEDEP'ê ya navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê Refîka Kismet, diyar kir ku ligel astengî û zextan xebatên xwe yên kongrê berdewam dikin û got: "Em ê her tim li cem kesên ku têkoşîna demokrasiyê didin bibin. Em carek din daxwaza xwe ye azadî û wekheviyê tînin ziman. Xebatên me ya kongreyê berdewam dike. Em ê sibê kongreya xwe pêk bînin û em bang li her kesî dikin ku tevlî kongreyê bibin."    'Em ê rêwitiya xwe bidomînin'   Rêvebera HEDEP'ê ya Stenbolê Fîlîz Peştek Keskîn jî bal kişand ser pêvajoyê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di vê pêvajoyê de jin û ciwan dê derbarê tecrîd, dagirkirin û şer de gotinên xwe bêjin. Wekî navê partiya me em ê carek din bi hêztir ji bo avakirina demokrasî û wekheviyê rêwitiya xwe bidomînin. Di serî de ez bang li jinan dikim ku tevlî kongreyê bibin."   'Jin jiyan azadî'   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Makbûle Yilmaz jî da zanîn ku divê bêtir jin tevlî kongreyê bibin û wiha bi lêv kir: "Divê em têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Em li bendêne ku tevlîbûneke xurt pêk bê. Divê jin bi reng û dengê xwe tevlî kongrê bibin. Kesên ku alîgirê demokrasiyê ne dê tevlî kongreyê bibin û em ê dirûşma 'Jin jiyan azadî' yê berz bikin."