Parêzer Several Ballikaya: Endamên DDB’ê divê hiqûqê biparêze! 2023-11-11 09:06:10       STENBOL - Parêzer Several Ballikaya diyar kir ku dadgeriyê ku der barê endamên DDB’ê de serlêdana sûc kiriye û wiha nirxandin kir. “Ev li dijî destura bingehîn e û sûc e. DDB kêm be jî di serlêdanên şexsî de biryarên erênî  dide. Lê biryara hatiye dayîn vê ji holê radike. Ji ber vê divê endamên DDB’ê li dijî zextan têbikoşin.”   DDB’ê der barê parlamenterê partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay de biryara tahliyeyê da. 8’ê Mijdarê de dadgeriyê got: "DDB, Destûra bingehîn binpêkiriye û rayeya xwe bezandiye' û der barê DDB’ê de serlêdana sûc kir.    Parêzer Several Ballikaya der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.   Severalê diyar kir ku gelek biryarên DDB’ê sedema rexneyê ne û got: “Biryarên serlêdana şexsî jî  kêm be jî erênî encam dibin. Ji ber vê hinek biryarên DDB’ê carna  ji aliyê desthilatdariyê ve tên rexnekirin û hedef tên girtin. Bi taybet jî ji aliyê MHP’ê ve hedef tê girtin. Li gorî destûra bingehîn biryarên ku DDB dide her kesî eleqeder dike."   ‘Biryar ji aliyê dadgeran ve hat binpêkirin’   Severalê daxuyakirin ku endamên dadgeriyê jî bixwe dadgerin û wiha domand: “Ji ber serbixwebûna dadgeran tişta herî girîng ji ber biryara dadger dide bawerî tekirin ku lêpirsîn nayê vekirin. Ewlehiya dadger ev e. Lê ev bixwe jia liyê dadgeran ve hat binpêkirin. Ger dadgerek bifikire ku di encama biryara dide de wê ceza lê bê birîn, nikare biryarek serbixwe bide. Hele ku ev dadgeheke wek Dadgeha Destûra Bingehîn be.  Dadgeheke ku kontrola qanûnan dike be ev hîn bêtir girîng e.”   Bi destê dadgeran ewlehî hat rakirin   Severalê destnîşan kir ku darizandina endamên DDB’ê ji darizandina dadgeran cudatire û divê jib o vê lijneya dadgeha destura bingehîn biryarê bide.  Severalê ev tişt anî ziman: “Bi destê dadgeran ewlehiya dadger hat rakirin.”   Ji bo endamên DDB’ê bang: Divê hiqûq bê parastin   Severalê wiha dawî lê anî: “Biryara hatiye dayîn di alî gelan de gavek mezin a şûndeketinê ye. Divê endamên DDB’ê li dijî vê berxwe bidin. Der barê Can Atalay de westin mafê azadî û ewlehiyê ji holê bê rakirin. Ez bang li endamên DDB’ê dikim. Bila hiqûqê biparêzin û li dijî biryara hatiye dayîn berxwe bidin.”