Gultan Kişanak: Dema girtinê temam bûye, çima girtî me? 2023-11-10 20:47:28   ENQERE- Siyasetmedar Gultan Kişanak ku di çarçoveya Doza Kobanê de girtî ye, tevî dema girtinê ya demdirêj temam bûye jî nayê berdan. Gultanê wiha bertek nîşan da: "Tu hêcet mêcet tune ye, dema girtinê temam bûye."     Rûniştina pêncemîn a danişîna 40’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Girtiyên siyasî Ayla Akata Ata, Aynûr Aşan, Alp Altinors û Bulent Parmaksiz li eywana danişînê amade bûn. Gultan Kişanak ji Girtîgeha Kocaeliyê û Dîlek Yagli ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.