Nergîs Mûhammedî greva birçîbûnê bi dawî kir 2023-11-10 18:04:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta Îranî Nergis Mûhammedî ku hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatiye dîtin, greva birçîbûnê bi dawî kir ku 6’ê Mijdarê dest bi grevê kiribû. Mûhammedî ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê û piştre şandin girtîgehê.   Malbata aktîvîsta girtî Nergis Mûhammedî ku xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobel a 2023 e, roja Îniyê peyamek weşand. Li gorî peyamê piştî ku Mûhammedî bêyî ku serê xwe bigire, hat rakirina nexweşxaneyê dawî li greva birçîbûnê anî. Li gorî peyama ku li ser Instagramê hatî weşandin, Nergis Mûhammedî wiha got: “Roja Çarşemê bêyî ku ez serê xwe bigirim, ji girtîgehê sewqî nexweşxaneyê hatim kirin.” Çalakvana 50 salî zêdeyî bîst sal in li dijî hicaba li jinan tê ferzkirin û cezayê darvekirinê têdikoşe. Ji bo were rakirina nexweşxaneyê lê hatibû ferzkirin ku serê xwe bigire. Aktîvîstê ev ferzkirin red kiribû. Li ser vê yekê 6’ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Li gorî malbata wê, Nergis Mûhammedî ji dilê xwe nerehet bû û divê demildest rakiriban nexweşxaneyê.   Nergis Mûhammedî ev peyam da: “Piştî ku bêyî ku ez serê xwe bigirim hatim rakirina nexweşxaneyê û vegeriyam girtîgehê, min greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kir.”   Li cihê ketina nexweşxaneyê dema ku hevalên wê û xizmên wê li bendê bûn, bi demkurtî hatin binçavkirin, lêpirsînkirin û kamerayên wan hatin desteserkirin.   Li gorî peyama ku malbata wê parve kirî, Nergis Mûhammedî wiha got: “Hikûmet tirsiya ku ez ê bêyî hicab werim dîtin. Heta ku hicaba bi zorê tê rakirin, ez ê bêyî hicab bigerim û dema ku we jî jinên bêyî hicab dît, hûn ê birecifin.”   Nergis Mûhammedî 13 caran hatiye girtin, 5 caran bi giştî 31 sal cezayê girtîgehê û cezayê 154 qemçiyan lê hatiye birîn. Ji sala 2021’an ve car din hat girtin. Nergis Mûhammedî bû yek ji pêşengên serhildana “Jin jiyan azadî” ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê.   Komîteya Nobelê 6’ê Cotmehê xelata aştiyê ya bi prestij dabû aktîvîst Mûhammedî. Aktîvîsta mafên jinan a Îranî Nergis Mûhammedî di peyama ku ji hucreya xwe ya li Tehranê şandî de, wiha gotibû: “Serkeftin ne hêsan e, lê teqez e.” Ev peyama ku ji aliyê keça wê Rahmanî ve bi Fransî hatibû xwendin, di serê Mijdarê de di malpera înternetê ya fermî ya Nobelê de hatibû weşandin.