Komxebata 'Jin û parastin' li Şengalê dest pê kir 2023-11-10 11:37:44       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta salvegera rizgariya Şengalê, TAJÊ Û YJŞ'ê bi sernavê "Jin û parastin" komxebatek li dar xist. Di komxebatê de berdevka TAJÊ Riham Hico axivî û got: "Heya em Şengaleke xweser û azad ava nekin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê xewn û xeyalên şehîdan pêkbînin.    Bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi hemahengiya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) li ser mijara "Jin û parastin" komxebatek bi dirûşma  "Bi Jin Jiyan Azadî me li berxwe da Şengalê rizgar kir, bi têkoşîna xwe diparêzin" li dar dixe. Komxebat bi beşdariya 150 jinan dest pê kir.    Li hola komxebatê wêneyên Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên wekî ‘Li beramberî zordariyê dem dema xwe rêxistinkirin û parastina jinê ye’ û ‘Bi pêşengiya jina azad, xweserî mîsoger dibe’ û ‘Jin Jiyan Azadî, berbi şoreşa jinê ve’ hatin daliqandin. Her wiha wêneyên gelek pakrewanên jin jî hatin daliqandin. Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico ve hate kirin.   Riham di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser salvegera rizgariyê û wiha axivî: “Salvegera 8’emîn rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, li hevalên şehîd, li malbatên şehîdan, li şervanên YBŞ û YJŞ’ê, hemû kesên ked di ber rizgarkirin û avakirina Şengalê de ket dane pîroz dikin. Ji ber xiyaneta PDK’ê û xemsariya hikûmeta Iraqê Şengal rûberûyê qirkirinê hat. Çima Şengal bêparastin hate hiştin? Ji ber hêzên parastinê ne ji Şengalê bixwebûn wisa bû. Xiyaneta PDK’ê di dîroka Êzidiyan de hatiye nivîsîn.    Ên ked di Şengalê de dan, şervan û gerîla bûn. Li bin her kevirekî Şengalê de xwîna şehîdan heye. PDK wê sibe derkeve bêje me di ber rizgarkirina Şengalê de 600 şehîd daye. Gelo ev şehîd kîne, çima bîranîna wan nakin? Em bi gelge dizanin, kî Şengalê rizgar kir. Hêzên hevkarê DAIŞ’ê ne biryar dane Şengalê ji Êzidiyan vale bikin û di qirkirinê re derbas bikin. Lê me bixwîna xwe rizgarkir, em ê bixwîna xwe jî biparêzin. Em ê weke jinên Şengalê dema hate xwestin bibin leşker û Şengalê biparêzin. Em ê bixwe çarenûsa xwe diyar bikin, qebûl nakin ti kes li ser navê me biryarê bide. Hemû hêzên li vir hêzên me ne. Yên 3’yê Tebaxê ji Şengalê reviyan ne rewane. Her roj dibêjin, hêzeke ne rewa li Şengalê hene, lê yên 3’yê Tebaxê reviyan esas ne rewane. Em ê hesabê 73’yê fermanan bixwazin. Em hesabê her dayikek û zarokek ketiye destê DAIŞ’ê bipirsim.   Ji saya Rêber Apo, em jinên ereb û êzidî niha li vê salonê hatine bahev. Fikrê wî yê netewa demokratîk me tîne gel hev. Heya em Şengaleke xweser û azad ava nekin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê xewn û xeyalên şehîdan pêkbînin.”   Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya li ser jin û parastinê bi şeklê sînevîzyon hate dayîn. Perspektîfên Abdullah  Ocalan bi coş hate pêşwazîkirin. Piştî peyama Abdullah Ocalan li ser navê malbatên şehîdan Neam Ilyas biaxife. Dû re jî ji Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî, bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen axaftinek bike. Her wiha dê di komxebatê de peyamek bi navê jinên ciwan yên Şengalê jî were dayîn.   Piştî peyaman wê mijara parastinê di sê semînerên ji aliyê Hêza Şengalî û Ferîde Şengalî ve were gotûbêjkirin. Her wiha wê jinên ereb jî semînerek li ser jin û xweparastinê bidin.   Piştî semîneran wê li ser mijara parastinê nîqaş werin kirin. Piştî nîqaşên berfireh wê axaftina girtinê ji aliyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo ve were kirin û TAJÊ ji ber parastina civak û jinên Êzidî diyariyek pêşkêşê YJŞ’ê bike.