Xwişka Esra Y. : Em ê li mafê Esrayê xwedî derkevin 2023-11-10 09:08:42     Rabia Onver   COLEMÊRG - Der barê sê gumanbarên destdirêjî li Esra Y. kirin biryara beratê hat dayîn. Xwişka Esrayê Dilgaz G. diyar kir wê ji bo mafê Esrayê têkoşîna xwe bidomînin.   Li gundê navçeya Şemzînan a Colemêrgê di 27'ê Gulana 2016'an de, Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz, tecawizî Esra Y. ya 11 salî kiribûn. Piştî ku Esrayê ji malbata xwe re bûyer vegotibû pêvajoya hiqûqî hatibû destpêkirin û derbarê sê kiriyaran de di encama doza hatibû vekirin ku li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin de, bi sûcdariya, "Êrîşa zayendî" û " Kes ji azadiya wan bêparhiştinê" her yek ji kiryaran bi 42 sal cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin. Piştî ku kiryara li Dadgeha Edlî ya Herêmê îtîraz kirin, biryar hat xirakirin û hat xwestin ku kiryar ji nû de bên cezakirin. Lê piştî ku kiryar hatin girtin bi 8 mehan bi îdaya "delîl têrê nakin" hatin tehliyekirin. Piştî ku kiryar hatin tehliyekirin li Esrayê întîhar hat ferzkirin.   Piştî gumanbar hatin berdan li malbatê lêpirsîn hat vekirin. Li ser vê Gilgaz G. ji ajansa me re axivî.   Esra bi zorê hat revandin   Xwişka Esrayê, Dilgaz G. diyar kir ku ji dayika xwe fêr bûye ku destdirêjî li Esrayê hatiye kirin û piştî vê çûye gund û wiha got: “Heta roja Esrayê jiyana xwe ji dest da ez ligel wê bûm. Esrayê her tiştê hatibû serê wê vedigot û digiriya. Heta roja mir rondikên wê bidawî nebûn. Nîhat Yilmaz wek birayê xwe didît. Esrayê got Nîhat ew xapandiye û derxistiye derve. Piştî derxistiye derve her du kesên din ligel wî bûne. Esrayê xwestiye bikeve hundir lê devê wê girtine û revandine.”   ‘Her tim zexta psikolojik li Esrayê dikir’   Dilgazê da zanîn ku Nîhat, Zahîr û Veysî Yilmaz bi zorê Esra revandine û destdirêjî lê kirine û ev tişt anî ziman: “Ji bo Esra dengê xwe neke dîmenên wê kişandibûn û tehdîd dikirin. Pir li Esrayê xistibûn. Gotin qey miriye û avêtibûn kontarê çiyayekî. Min bizanibûna Esra xwe dikuje min ê ew her tim ligel xwe bigeranda. Gundiyan her tim zexta psikolojik li Esrayê dikirin. Esra zarok bû, nikaribû li dijî van zêde li berxwe bide.”   ‘Gundiyan zext li malbatê kir’   Dilgazê da zanîn gundiyan zext li malbatê kirine û wiha berdewam kir: “Gundiyan her tim zext li malbatê dikir ku Esra ji gund bê derxistin. Gundiyan digotin hinekên din destdirêjî li Esrayê kiriye. Lê peyamên Nîhat şandine ji Esrayê re li holê ne. Esrayê ji min re got ‘ji bilî wan sê kesan kesî tiştek bi min nekiriye’.  Piştî vê gotinê çû odeyê û 5-10 deqe şûnde deng hat. Em çûn odeyê ku Esra di nav xwînê de maye. Piştî Esrayê dayika min rewşa wê her çû xera bû. 4 roj beriya bûyerê mezinên gund hatin mala me û bi Esrayê re li odeyê axivîn. Du saet şûnde ji odeyê derketin. Serê Esrayê şikestibû. Lê dabûn. Me got we çima wisa kir, ji hundir derketin. Esra ji wê rojê şûnde neaxivî.”   ‘Kesî dengê me nebihîst’   Dilgaz daxuyakirin ku piştî Esrayê jiyana xwe ji dest daye gundiyan her tim ew tehdîd kirine û zext lê kirine û wiha got: “Li welat edalet tune ye. Ji bo tecawizkarên 8 mehan girtî mane 300 hezar pere ji me xwestin. Dadgehê zextên li ser me dizanibû lê deng nekirin. Ji roja dosya ji nû ve hatiye rojevê her kes dizane sûcdar kî ne. Tevî delîlên şênber sûcdar hatin berdan. Sûcdar li malên xwe rehet dimînin.”   ‘Em ê li mafê Esrayê xwedî derkevin’   Dilgazê da zanîn ew ê her tim li mafê Esrayê xwedî derkevin û wiha dawî lê anî: “Di rûniştina dawî de tecawizkar nehatin dadgehê. Wan 15 roj beriya rûniştinê dizanibûn ku wê berat bikin. Ji ber vê pir rehet bûn. Piştî berat kirin ev yek pîroz kirin heta ber mala me gule reşandin. Tevî van hemûyan em ê li mafê Esrayê bigerin. Hewce bike em ê vê dosyayê bibin her derê.”