ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-10 09:00:00     *Jinan a Gabrîela, armanc dike ku dengê jinan, daxwazên jinan zêdetir bidin bihîstin û bibin dengê jinan. Hêza xwe ya herî mezin jî ji tabana xwe digire. Gabrîela ku tifaqa wê bi rêxistinên jinan ên herî mezin ê welat re heye, li pişt wan li Fîlîpînê bi sedhezaran jin hene. Partiya Jinan a Gabrîela, bi 200 rêxistinên jinan û bi hezaran endamên xwe li Fîlîpînê ji bo aştiyek mayînde û edaleta civakî, parlamento jî tê de li her qada jiyanê ji bo pirsgirêkên jinan çareser bike li çareseriyan digere. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ku yek ji 172 saziyên îmze avêt deklerasyona ‘Ji niha ve ber bi pêşerojê ve banga şênber a azadiyê’, Derya Akyol wiha got: “Em di pêvajoyeke ku krîza piralî tên jiyîn de derbas dibin. Ji bo paradîgma bibe qanûnî û Birêz Abdullah Ocalan azad bibe, çareseriya pirsgirêkan me jî îmze avêt deklerasyonê.” DÎMEN HEYE   *Wekîla Hevşaredara Patnosê Nezahat Guler, der barê xebatên di aliyê jinê de axivî û anî ziman ku ji ber saziyên jinê tunebûne wan Navenda Piştevaniya Jinan a Teşiyê sala borî vekirine û di bin navê wê de xebatên jinan mal bi mal û kolan bi kolan dimeşînin. Nezahatê, bi lêv kir ku divê hemû jin bibin yek û siberojên xweş li benda wan e. DÎMEN HEYE   * Ji Femînîstên Bogazîçî Zeynep Demîrkol, diyar kir ku li wargeh û dibistanên ku qeyûm bi rê ve dibe polîtîkayên der barê xwendekaran de tên meşandin û got: “Gelek qeyûmên rêveber, midûr, mele, rektor tayînê her derê kirine. Dema bertekan dibînin dest bi girtina biryarên kêfî dikin. Ji ber vê jî hevalên me yên jin di encama binpêkirinan de jiyana xwe ji dest didin.” DÎMEN HEYE   *Lîstikvan Nûr Surer ku ji roja Dayikên Şemiyê derketin Qada Galatasarayê piştgirî daye wiha got: “Ew dê û bavên min in jî. Zarokên wan xwişk û birayên min in jî. Ez ê her tim ligel wan bim.” BI DÎMEN    *Li gundê Dîkmece ya Hatayê biryara cemawerîkirina lezgîn hatibû dayîn. Şêniyên gund diyar kirin ku biryara rawestandinê hatiye dayîn. Meryem Mutlu da zanîn ku ger ku tevî biryara hatiye dayîn xebat bên meşandin wê heyetê ava bikin, bi rayedaran re hevdîtinê bikin û got: “Ne tenê Dîkmece gundên din jî di bin rîskê de ne. Em li benda piştgiriyê ne." BI DÎMEN    *Der barê sê gumanbarên destdirêjî li Esra Y. kirin biryara beratê hat dayîn. Xwişka Esrayê Dilgaz G. diyar kir wê ji bo mafê Esrayê têkoşîna xwe bidomînin.