HEDEP li Şax û Miksê çû serdana esnafan 2023-11-09 18:29:52   WAN - Li Şax û  Miksê HEDEP çû serdana esnafan. Ensfan eleqeyek mezin nîşanê HEDEP’iyan da.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Wanê Pervîn Buldan û partiyi li Şax û Mîksê çûn serdana esnafan û pirsgirêkên wan guhdar kirin. Pervîn û kesên ligel wê ewil bi esnafên Mîskê re hatin gel hev. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanê HEDEP’iyan da. Esnafan diyar kirin ku navçeya Mîskê ya ji aliyê şaredariya AKP’ê ve tê birêvebirin, tu xizmetê nabîne û   got esnaf ji ber krîza aborî hatine asta girtina dukanên xwe. Partiyiyan ku pirsgirêkên esnafan guhdarkirin, pirsgirêk nîşe girtin û peyama ji bo pirsgirêk bên çareserkirin wê têbikoşin dan.   Piştre heyet çû navçeya Şaxê û bi esnafan re hatin gel hev. Heyetê ji aliyê esnafan ve eleqeyek mezin dît. Esnafan pirsgirêkên xwe anîn ziman û bertek nîşanê desthilatdariyê dan.