Doza TJA'yê dewam dike 2023-11-09 14:37:05   ENQERE - Parêzerên di doza TJA'yê de parastin kirin beyanên şahidê vekirî Samî Baran û şahidê veşarî Ulaş vala derdixin.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin. Aktîvîstên TJA’yê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêveberiya wê” tên darizandin. Danişîna ewil a dozê di roja sêyemîn de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi parastina parêzeran berdewam kir. Parêzerên di doza TJA'yê de parastin kirin beyanên şahidê vekirî Samî Baran û şahidê veşarî Ulaş vala derdixin.    Jinên negirtî tên darizandin tevlî rûniştinê nebûn. Gulistan Dehşet, Bedia Akkaya, Figen Aras Kaplan, Hatice Gungor, Hulya Kinagu, Figen Ekti, Mekiye Ormanci û Amine Demir Çoban, Zeynep Boga yên li Girtîgeha Sîncanê li rûniştinê amade bûn.    Parlamentera HEDEP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar, Meclîda HEDEP'ê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parêzerên OHD'ê, malbat û gelek parêzer tevlî rûniştinê bûn.    Rûniştinê bi beyanên parêzeran dest pê kir.    Di destpêkê de parêzera Figen Ekti û Mekiye Ormanci, Gulan Çagin Kaleli parastin kir. Gulanê da zanîn muwekîlên wê bi awayekî nehiqûqî tên darizandin û got daxwazên wan nehatine qebûlkirin.    'Heta niha delîlên nû nekirine dosyayê'   Gulanê da zanîn muwekîla wê her tim ji ber xebatên xwe hatiye binçavkirin û got ev salak e di dosyayê de tu delîleke nû tune ye. Her wiha Gulanê da zanîn rêxistinbûyina jinan her diçe bi hêz dibe û li dijî zihniyeta mêr hêza xwe mezin dike û got:"Jin li dijî îktidar û tundiya mêr têdikoşe û TJA jî vê yekê dike. Ji ber jinên kurd têdikoşin û ji kesî destûrê naxwazin dibin hedef. Nagîhan Akarsel a ku li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da jî dibêje 'Famkirina azadiya xwe famkirina xwebûna xwe ye'. Jinên tên darizandin ji bo azadiya xwe li vir in." Gulanê daxwaze tehliyeyê kir.    Amadekirina dosyayê   Parêzerê Fîgen Ektî Cahît Kirikkazak mafê axaftinê girt û got: "Dosya li ser 3 sernavan pêk hatiye; zayendperestî, netewperestî û cudakariyê hatiye amadekirin. Qeydên HTS'ê di dosyayê de hatine bicihkirin û ev tişt nayê qebûlkirin. Hûn dixwazin çi ispat bikin? Li ser gumanê darizandin tê kirin. Em kesên ku îdîaname amadekirine dipirsin, ev tişt kijan gumanê ji holê radike? Li ser nezelaliyê hûn mafên mirovan îhlal dikin. Ewlehiya tu kesî nîne. Di dosyayê de qeydên HTS'ê hene ev tişt tê wateya xefikê. Li gorî îstasyonên baz tişteke bi guman nîne û pirsek jî nehatiye kirin jî. Dema qeydên otelê hatin vegotin me şerm kir, gelo dozger û polîs dema amadekariya dosyayê dikir şerm nekirin. Jinan bi xwe bi zelalî hertişt anîn ziman. Dikarin di otelê de bimînin û biaxifin. Ev tişt tê wateya teşhîrbûna zîhniyeta wan a zayendperestiyê. Ez daxwaza tahliye û beratê dikim."    'Doz doza her kesî ye'   Parêzera Hulya Kinagu Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku bingeha dosyayê ne hiqûqî ye siyasî ye û wiha bi lêv kir: "Polîs û yekineyên wan nikarin edaletê pêk bînin ev tişt ji hêla dadgehê ve divê bê kirin. Di pêvajoyên darazê de pirsgirêka kurd bingeh e. Ev doz doza her kesî ye û her kesî eleqedar dike. Ji ber ku ji bo me hemûyan têkoşînek tê dayîn. Îfadeyên şahîdê nepen Ulaş û şahîdê vekirî Merdan Ruştuovalioglu wek seneryoya hiqîqî ye. Ez tehliye û bereatê dixwazim.    Saetek navber dan danişînê.