Li Reqayê navendeke mamografiyê hate vekirin 2023-11-09 14:16:58       NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendeke mamografiyê ya taybet bi tespîtkirina zû ya pençeşêra pêsîrê li Reqayê vekir.   Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê navenda mamografiyê li nexweşxaneya jidayîkbûnê ya Reqayê vekir. Bi dehan jinên Reqayê, berpirs û karmendên navendê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li merasîma vekirinê bûn.   Di merasîmê de endama Akademiya Tenduristiyê Xîtam El Icêl axivî û got: “Di meha borî de, çalakiyên hişyarîkirina ji pençeşêra pêsîrê li seranserî cîhanê dest pê kir. Ew jî însiyatîfeke ji bo ku ji vê bêtir girîngiyên bidin vê nexweşiyê û rêbazên xweparastinê jê.”   Her wiha hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Hemîde El Mihemed jî axivî û îşaret bi girîngiya amûrê û erkên wê kir.   Hemîde wiha domand: “Ev navend, taybet a tespîtkirina zû ya pençeşêrê pêsîran e. Ev amûr berî sê salan, nîşaneyên nexweşiyê tespît dike. Ev jî gelek baş ji bo ku bilez were dermankirin û veneguhere penceşêrê.”   Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl jî vekirina navendê li jinan pîroz kir û got: “Ev berhema pêşketina bajêr piştî rizgarkirinê ye.”   Navend ji aliyê Hêvîn Îsmaîl û dayîka şehîd Îbrahîm Îsmaîl El Şihab ve hate vekirin.