‘Çareserî paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye’ 2023-11-09 09:06:51     Rozerîn Gultekîn   AMED - DBP’ê bi dirûşmeya "Bi civaka azad em jiyana azad ava bikin" konferansa xwe pêk anî û belgeya helwestê aşkera kir. Berdevka Meclisa Jinê ya DBP’ê Aynur Sarica belge nirxand û da zanîn ku di nokteya parastina aştî û demokrasiyê de belge ava kirine û got: “Kesê ji krîza Rojhilata Navîn re, ji xistimandinan re bibe bersiv Birêz Abdullah Ocalan e.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 12’yê Mijdarê de li Enqereyê wê 6’emîn kongreya xwe ya awarte pêk bîne. Beriya wê DBP’ê di 5’ê Mijdarê de li Amedê bi dirûşmeya "Bi civaka azad em jiyana azad va bikin" konferans pêk anî. Bi sedan kes tevli konferansê bûn û di konferansê de Belgeya Helwestê hat aşkerakirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Aynur Sarica belge ji ajansa me re nirxand.   ‘Gel bi reng û sekna xwe peyama zelal da’   Aynurê diyar kir ku demek dirêje ji herêmê ber bi navendan ve xebat meşandine û di encama vê de di 5’ê mijdarê de koferans pêk anîne û peyam û tabloya derketiye holê bibîr xist û wiha vegot: “Di konferansê de rastiya girseya ku xwedî li DBP’ê û fikriyata DBP’ê ya li herêma Kurdistanê derdikeve derket holê. Vê girseyê bi reng û tevlibûna xwe peyamek zelal da. Peyamên xwedîderketina li çanda Kurdî û Kurdî derketin pêş. Ev demek dirêje konsepta şer didome. Li dijî êrişan ji xwe berxwedan tê meşandin lê di konferansê de bi girseyî peyam hat dayîn. Girseya bi biryar nîşan da ku dînamîkên esas yên têkoşîna azadiyê ji DBP’ê derbas dibe.”   ‘Ji paradîgma Birêz Ocalan dûr rastiya Kurd ne pêkane’   Aynurê diyar kir ku di konferansê de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û tecrîda giran derketiye pêş û wiha anîziman: “Gelê Kurd bi awayekî aşkera nîşan dide ku ji paradîgma Birêz Abdullah Ocalan dûr rastiyeke gelê Kurd jî ne pêkane. Em dizanin ku sedema hemû krîzan tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Rastiyeke ku ji şer xwedî dibe heye. Çareseriya vê bi birêz Ocalan re ye.kesê ku xitimandin û krîzên Rojhilata Navîn re bibe çarserî Birêz Ocalan e.”   ‘Ya ku êrîşan vala derxîne yekitiya neteweyî ye’   Aynurê balklişand ser belgeya helwestê ya DBP’ê û got di nokteyeke parastina aştî, demokrasî û mafê mrovan de ev belge ava kirine û wiha daxuyand: “Pergaleke ku mafê jiyanê ya mirovan ya gelan ya jinan tengezar dike heye. Di belgeya helwestê de me diyar kir ku jiyaneke ku qada jiyana civakî diparêze dikare pêkan be. Di bin navê ewlehiyê de Cudî tê şewitandin û jinên ku têkoşîna azadiyê didin bi girtinê tên tehdîdkirin. Em li dijî vê feraseta netewa demokratîk ya bi paradîma ekolojik, demokratîk û azadixwaziya jinê derdixin holê. Li her çar aliyê Kurdistanê êrîşên dijwar hene. Heta ku ev yekitiya neteweyî pêk neyê wê êrîş bidomin. Dema gelê Kurd yekitiya xwe ava bike wê statuyê qezenc bike.Tişta ku êrîşan vala derxîne yekitiya neteweyî ye.”   ‘Gel azadiyê dixwazin’   Aynurê balkişand ser xebatên dema pêş û got wê pêvajoya pêş de xebatan mezin bikin û got: “Hêza çareseriyê civaka rêxistinkiriye. Azadiya Kurditsanê demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Em ê hem xwe rêxistin bikin hem jî têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em yekitî û rêxistinbûna xwe pêk bînin. Em bang li hemû  jinan dikin. Em hêza xwe ya rêxistinkirî mezin bikin.”