ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-09 09:00:00     *Çemê Kurayê ku ev 5-6 salên dawiyê ye ji ber hişkayiyê ava wê kêm bûye, îsal ji ber germahiyê jî ava wê kêmtir bûye. DÎMEN HEYE   *Jinên li Wan û navçeyên wê tevli hevdîtinên gel bûn diyar kirin ku divê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re demildest pêk bên û ji bo meşa 18’ê Mijdarê ya Gemlîkê jî banga tevlibûnê kirin. DÎMEN HEYE   *Yek ji navçeyên ji erdhejê bi bandor bû Nurhaq bû û li Nurhaqê sewalkarî û cotkarî hatiye asta tunebûnê. Arzu gul a 35 sale bi sewalkariyê re mijul dibe,diyar kir ku piştî erdhejê hikûmetê alîkairya mazot û zibil nedanê û ji ber vê sedemê gelek sewalên xwe firotiye û wisa biçw wê dest ji sewalkariyê berdin. DÎMEN HEYE   * Di encama têkoşîna ku jinan bi salan da de hevserokatî hat bidestxistin. Ev pergala ku jinan bi siyasetê da qezenckirin, ev 18 sale tevî ku hedef tê girtin jî  di siyaseta giştî de jî ya herêmî de jî tê meşandin.   * DBP’ê bi dirûşmeya "Bi civaka azad em jiyana azad ava bikin" konferansa xwe pêk anî û belgeya helwestê aşkera kir. Berdevka Meclisa Jinê ya DBP’ê Aynur Sarica belge nirxand û da zanîn ku di nokteya parastina aştî û demokrasiyê de belge ava kirine û got: “Kesê ji krîza Rojhilata Navîn re, ji xistimandinan re bibe bersiv Birêz Abdullah Ocalan e.” BI DÎMEN