Aysel Tugluk hat binçavkirin: Destdirêjiya darazê didome! 2023-11-08 16:49:54     STENBOL - Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye ji aliyê polîsan ve li mala xwe hat binçavkirin. Hinceta binçavkirinê jî lêpirsîneke di sala 2012'an de hat nîşandan. OHD'ê ya binçavkirina Ayselê ragihand wiha got:"Aysel Tugluk ji ber bi nexweşiya demansê ye derbarê wê de biryara taloqkirina înfazê hatibû dayin. Destdirêjiya darazê ya li hember Aysel Tugluk didome! "   Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye ji aliyê polîsan ve li mala xwe hat binçavkirin. Hinceta binçavkirinê jî lêpirsîneke di sala 2012'an de hat nîşandan. Ayselê birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê di 25'ê Gulanê de ji ber nexweşiya Ayselê înfaza wê taloq kiribû.    'Destdirêjiya darazê didome ! '   Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê wiha got:"Aysel Tugluk ji ber bi nexweşiya demansê ye derbarê wê de biryara taloqkirina înfazê hatibû dayin. Destdirêjiya darazê ya li hember Aysel Tugluk didome! "   Di 27'ê Cotmeha 2022'yan de hatibû tehliyekirin   Saziya Tipa Edlî (ATK) di 26'ê Cotmeha 2022'yan de rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" dabû Ayselê. Ayselê di wê serdemê de li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dihat girtin. Piştî rapor hat eşkerekirin parêzeran daxwaza taloqkirina înfazê nû kir û daxwazname şandin Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê. Dadgeriya Înfazê di 27'ê Cotmehê de biryara tehliyekirina Ayselê da.