Li Kobanê jinên ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan 2023-11-08 16:48:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê jinên li ciwan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan û ragihandin ku ew jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dibin.   Jinên ciwan ên Herêma Firatê û bajarê Minbicê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan. Meş ji başûrê bajarê Kobanê destpê kir û heta gundê Elpelûrê ku nêzî 12 kîlo metreyan dirêj e, dewam kir.   Di meşê de bê navber dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin û wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan.   Dema ku meş gihîşt gundê Elpelûrê, Hevseroka Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto axivî û ev tişt got: “Em weke jinên ciwan ên herêma Firatê xwedî li Rêberê xwe derdikevin û tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dibin. Rêber Apo ji sala 1999’an ve dîl girtî ye. Em ê bi têkoşîna xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bikin.”   Meş bi berzkirina dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bidawî bû.