Parlamenterên HEDEP'ê bi laçika spî û qurnefîlan êriş şermezar kirin 2023-11-08 15:28:39     ENQERE - Parlamenterên HEDEP'ê bi laçikên spî û qurnefîlan tevlî hevdîtinên butçeyê yên Wezareta Navxweyî bûn û êrişên li ser Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê şermezar kirin.    Di Komisyona Butçe û Plana Meclîsê de hevdîtinên "Teklîfa Qanûna Butçeyê ya Rêveberiya Navendê ya Sala 2024'an" dewam dikin. Li vir çalakiya parlamenterên HEDEP'ê bal kişand. Parlamenterên HEDEP'ê bi laçikên spî û qurnefîlan tevlî hevdîtinên butçeyê yên Wezareta Navxweyî bûn û êrişên li ser Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê şermezar kirin.    Parlamenterê HEDEP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku divê destûr ji bo çalakiyên demokratîk bên dayin û got ji bo em êrişan şermezar bikin me qurnefîlên wan anîn vir.