Têkildarî sûcên li dijî jinên Êzidî semîner hat lidarxistin 2023-11-08 14:21:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê bi boneya 25'ê Mijdarê semînerek da, tê de bal kişand ser sûcên DAIŞ'ê û dewleta Tirk li dijî jinên Êzidî.   Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê (Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan) de, Yekîtiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê têkildarî sûcên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk li djiî jinên Êzidî, semînerek da.   Semîner li nivîsgeha yekîtiyê ya li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona QamişloYÊ hat lidarxistin. Bi dehan jinên Kurd, Ereb û Suryan beşdarê bûn.   Piştî rêzgirtinê, endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê Hedye Şemo bal kişand ser tundiya li dijî jinan tê meşandin.   Hediye anî ziman ku jinên Êzidî bi hemû rengên tundiyê re rû bi rû hatine û wiha dewam kir: “Nexasim di dema êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya 2014'an de, civaka Êzidî bi qirkirina komî re rû bi rû ma. Ev qirkirin yek ji 74 fermanên li dijî Êzidiyan rabûne bû.”   Hediye, bal kişand ser sûcên dewleta Tirk û komên girêdayî wê li dijî jinên Êzidî, bi taybet di dema êrişa dagirkeriyê ya li dijî Efrînê (2018) de.   Hediye diyar kir ku ji bo sekinandina li hember siyasetên qirkirinê, jinên Êzidî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kirine.