Danişîna Doza TJA'yê didome: Di gotinên şahîdên nepen de nakokî hene 2023-11-08 14:10:18     ENQERE - Rûniştina doza TJA'yê di roja duyem de didome û jinan di parastinên xwe de bal kişandin ser nakokiyên ku di îdîanameyê de cih digirin.    Bi çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere ye û di 30'yê Mijdara 2022'yan de dest pê kir di 2'yê Kanûna 2022'yan de aktivîstên TJA'yê Gulistan Dehşet, Didar Çeşme, Bedia Akkaya, Figen Aras Kaplan, Hatice Gungor, Hulya Kinagu, Figen Ekti, Mekiye Ormanci û Amine Demir Çoban, Zeynep Boga şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê û Tamcihan Çelebi, Besile Narin, Meral Şimşek, Zekiye Guler, Hulya Taşar, Yeliz Ayyildiz Kiyak, Dilan Akpolat, Aysel Ceylan, Hazal Aras û Beritan Can Yaşa bi tedbîra kontrola edlî serbest hatin berdan.    Merve Tekin Demirel a bi hepsa malê tê darizandin û di heman demê de Sultan Esen a tedawiya pençeşerê dibîne û ew jî bi hepsa malê tê darizandin do bi SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bûn. Rûniştina doza jinên bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebirin an jî avakirina rêxistinê" jê tên di roja duyem de, darizandin li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.    Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamentera HEDEP'ê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit, parêzerên OHD'ê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqereyê, gelek jin û malbat tevlî rûniştinê bûn.    Hatîce Gungor dest bi parastina xwe kir û diyar kir ku parastina xwe ya dozgeriyê dubare dike. Hatîce, bal kişand ser rapora MASAK'ê û diyar kir ku esnaftiyê dike û ji ber vê sedemê jî bi gelek kesan re jî hevdîtinê dike. Hatîce, destnîşan kir ku şahîdê nepen Ulaş nasnake û bal kişand ser xebatên xwe yên BDP’ê. Hatîce, diyar kir ku bi şandeyan re 3 caran ji bo xebatên dîplomasiyê jî çûye Herêma Federal a Kurdistanê.    Hulya Kinagu jî di parastina xwe de bal kişand ser pêvajoya binçavkirinê û got: "Ez endama Komeleya Gukkuşagi û KJA'yê me. Ev komele di çarçoveya hiqûqê de hatine vekirin. Li dijî şîdeta li hemberî jinê xebatan dikin lê bi KHK'ê her du komele hatin girtin. Di îdîanameyê dibêjin di sala 2014'an de li Pirsûsê tevlî meşê bûye lê vê demê ez girtî bûm. Ez îfadeyên şahîdên nepen qebûl nakim. Ez tehliyeya xwe dixwazim."   Pîştî ku jinên girtî parastina xwe kir, parastina jinên ku bêgirtî destpê kir.    'Ên derbarê wan de lêpirsîn nehatibe vekirin pir kêm in'   Hazal Aras a negirtî tê darizandin û li rûniştinê amade bû wiha got:"Tê gotin ez bi rêyên legal û îllegal çûme Qendîlê. Lê belê di pasaporta min de tenê ketina Azerbaycanê heye. Ez wê demê ji bo xebatên şaredariyê çûm. Hûn dibêjin ez bi awayekî illegal çûme. Ez kengî çûma ka qeydekê ji min re derxin. Min di partiyeke siyaseta legal dide meşandin de siyaset kiriye. Derbarê endamên HDP'ê de her tim lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ên derbarê wan de lêpirsîn nehatibe vekirin pir kêm in."   'Min bi hilbijartina gel li Bazidê rêvebertiya şaredariyê kir'   Hazalê bi lê kir ku darizandina wê rewşeke abes e û wiha dewam kir:"Li mala min kovarên derbarê dîroka kurdan de hebûn û polîsan girtin. Polîs dema gotina kurd dibînin kom dikin. Derbarê van kovaran de biryara berhevkirinê jî tune ye. Min nûçeyek derbarê parlamentereke hatiye girtin kişandiye û ne nûçe lê belê wêne xistine dosyayê. Loma ez îddianameyê vala dibînim. Delîleke şênber a derbarê rêveberên rêxistinê tune ye. Min bi hilbijartina gel li Bazidê rêvebertiya şaredariyê kir. Ji xeynî vêya eleqeya min bi rêveberiyeke wekî din re tune ye. Ez daxwaz dikim kuk daxwazên kontrola edlî rabin."   Aysel Ceylan: Ez ji ber nasnameya xwe li vir im   Aysel Ceylan a ku bêyî girtin tê darizandin, diyar kir ku wê berê derbarê sûcdariyn lê hatine kirin de îfade daye û ji bo tazmînatê doz vekiriye û bi ser ketiye. Ayselê, diyar kir ku ji ber heman îfadeyan gelek caran hatiye binçavkirin û diyar kir ku ji ber nasnameya xwe li vir hatiye darizandin. Ayselê, anî ziman ku ew îfadeyên şahidan qebûl nakin û diyar kir ku çûna wê ya dervê welat jî bi awayekî fermî pêk hatiye û ev ispatkirî ye.   Li aliyê din balkêşe ku Ayselê di îdanameyê de jî girtî xuya dike.    Dîlan Akpolat: Ez qet neçûme derve   Dîlan Akpolat a ku negirtî tê darizandin jî , diyar kir ku îfadeyên xwe yên li midûriyeta polîsan dubare dike. Dîlanê anî ziman ku şahidan diyar kirin ku wan ew li Qendîlê dîtiye, lê Dîlanê diyar kir ku ew heta niha heta niha neçûye dervê welat. Dîlanê da zanîn ku demekê berdevkê Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bû, lê piştî sala 2016'an ji ber karê xwe dev jê berdaye. Dîlanê di raporên MASAKê de herikîna pereyan çi ye jî vegot. Dîlanê di dawiya parastina xwe de xwest kukontrola edlî ya derbarê wê de jî bê rakirin.   Merve Tekîn Demîrel: Divê hepsa malê bê rakirin   Piştre jî parastina Merve Tekîn Demîrel a ku di hepsa malê de bû û bi SEGBÎS'ê ji Mûşê bi rûniştina dozê ve girêdayî dest pê kir. Merveyê îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û diyar kir ku ew demekê wek anketor ji bo HDP'ê xebitiye û destnîşan kir ku kesên di dosyayê de behsa wan tê kirin cara ewil li Enqereyê dîtine. Merveyê, anî ziman ku ji ber xebatên wê yên di pêvajoya hilbijartinê de telefon weke sûc hatiye nîşandan û diyar kir ku ev ne sûc in. Merveyê herî dawî xwest  hepsa wê ya malê tê de ye bê betalkirin.   Piştî parastinan heyetê saetek navber da danişînê.