Li Erdexanê li pêşiya dibistanan di ‘qutîkên şekir’ de tiryak tê firotin! 2023-11-08 09:05:28     Rojda Aydin   ERDEXAN - Hat zanîn ku li Erdexanê li pêşiya dibistanan ji aliyê kesên ne diyar ve di nava “qûtîkên şekir” de tiryak tê firotin û zarokan bi vê yekê re girê didin. Malbatan diyar kirin ku li gor salên borî îsal li ber dibistanan tiryak zêdetir tê firotin   Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet nasnameya ciwanan tê hedefgirtin. Bi rêbazên wek tiryak, fûhûş û tiştên hwd. dixwazin ciwanên kurd bên xapandin. Ev hemû ku parçeyek polîtîkayên şerê taybet e, bi zanebûn li her mal, kolan û taxên kurdan bi destên desthilatdariyê tê belavkirin. Bi vê yekê re tê xwestin ku ciwanên ji exlaq dûr û bêpêşeroj ava bikin. Ji ber vê yekê jî ev hemû di bin navê şerê taybet de tê meşandin. Yek ji bajarên Kurdistanê yê ku tiryak bi destên desthilatdariyê tê belavkirin Erdexan e.   Di qûtiyên şekir de tiryak tê firotin!   Hat diyarkirin ku li ber deriyên dibistanên Erdexanê ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve tiryak tê firotin. Ji ber vê yekê jî hat zanîn ku di 28’ê Cotmehê de midûrê Liseya Anadoluyê ya Şehîdên 15’ê Tîrmehê ya Erdexanê bang malbatên zarokan kiriye û civîn li dar xistiye. Di civînê de midûrê dibistanê destnîşan kiriye ku hin kes tên pêşiya dibistanê di nava “qûtiyên şekir” de tiryakê difroşin. Midûrê dibistanê di heman demê de malbat di vî alî de hişyar kiriye û gotiye ku li zarokên xwe baldar bin. Malbata zaroka ku çûye tevlî civînê bûye ji me re behsa mijarê kir.   Rêvebiriya dibistanê malbat hişyar kir   Malbata ku nexwest navê xwe bide, anî ziman ku midûrê dibistanê ji bo civînê bang li wan kiriye û ew di 28’ê Cotmehê de çûne tevlî civînê bûne. Malbatê, bi lêv kir ku midûriyeta navçeyê xwendekar û malbat hişyar kiriye û gotine ku “Li pêşiya dibistanan di qûtîkên şekiran de tiryak tê firotin, agahdar bin.” Malbatê, wiha domand: “Midûrê dibistanê ji me re got ku wan gelek caran malbatan di vî alî de hişyar kirine. Divê malbatên me xwedî li zarokên xwe derbikevin û hişyar bin. Piştî ku dibistan vebûne vir ve ev tiryak li pêşiya dibitanan tê firotin. Berê jî tiryak li pêşiya dibistanan dihat firotin. Lê belê niha ev zêdetir bûye. Kesên ku tiryakê difroşin di nava qûtiyên şekir de wek ku şekir e belav dikin. Ji me re wekî din tu agahiyek zelal nayê dayîn. Midûrê dibistanê ji me re got ku divê malbat li çenteyên zarokên xwe her carê binêrin û li telefonê wan binêrin. Bikaranîna tiryakê heta zarokên ku diçin dibistanên amadehiyê ketiye. Li gor gotinên midûrê dibistanê ji ber ku di qûtiyên şekir de tên firotin, zarokê vê weke ku şekire dikirin û dixwin. Piştre ev yek wan bi tiryakê girê dide.”   'Li gor salên borî îsal li ber dibistanan tiryak zêdetir tê firotin'   Malbatê, destnîşan kir ku zarok kirine bin tora tiryakê û wiha pê de çû: “Li gor midûrê dibistanê ev kesên ku tiryakê difroşin, hêzê ji ‘hêzên derve’ digirin. Lê belê li gor me jî ev yek kêmasiya dewletê ye. Ger ku hêzên derve vê tiryakê tînin nav bajarên me de difroşin wê demê çima hêzên dewletê li vir hene? Wê demê em çima ev qas bace didin polîs û leşkeran? Divê dewlet û hêzên wê di vî alî de hestiyar bin û gavên pêwîst bavêjin. Li gor salên borî îsal li ber dibistanan tiryak zêdetir tê firotin. Berî mehek du mehan carê em dihatin agahdarkirin, lê niha hema hema her hefteyê bi peyaman an jî civînan tên agahdarkirin.”   ‘Dewletê bi zanebûn ji vê yekê re çavên xwe girtiye’   Malbatê, da xuyakirin ku ne bi tenê li pêşiya dibistanan li tevahiya bajêr û kolanan îro tiryak tê firotin û wiha axivî: “Li cihê Garaja Kevin jî ev tişt diqewimin. Li vê derê ligel ku sê qemereyên mobbeseyê jî hene ev kesan tespît nakin. Ji ber vê yekê jî bi taybetî jin û zarokên ku ji vir derbas dibin destdirêjî li hemberî wan tê kirin. Em gelek caran bûn şahidê vê yekê. Emniyet vê yekê piştguh dike. Ji vê yekê re divê demildest çareseriyek bê dîtin. Îro bi destên desthilatdariyê ev tiryak bi rehetî hem li ber dibistanan û hem jî kolanan tê firotin û belavkirin. Dewletê bi zanebûn ji vê yekê re çavên xwe girtiye. Em jî ev kesên ku tiryakê difroşin nas nakin. Lê diyar e ku pişta ev kesên ku îro tiryakê bi rehetî li bajêr difroşin, bi hêz e. Bila hemû malbatên me di vî alî de hestiyar bin û li hember vê yekê bisekinin.”