ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-08 09:00:00     *Melek Çaliş a ji sedî 60 astengdar e û  li Çîglî di konteynirê de dimîne, ji bo astendaran zor û zehmetiyên jiyana di konteyniran de vegot: “Bi mehane ez di vê hewşê de me. Dema kar û barê mirovan çêdibin derdikevin derve lê ez bi tena serê xwe nikarim derkevim derve. Ji bo min jiyan hîn zehmetir e.” BI DÎMEN    *Lîstikvanên Şaneşîn Performans ku dîka wê nû hatiye avakirin, Rênas Aburşu balkişand ser girîngiya çand û hunerê û got: “Pêşeroja me çand û hunera me ye. Çand û huner ji dest mirovan bê girtin mirov difetisin û dimirin. Em naxwazin bimirin. Em dixwazin bijîn. Em dixwazin zimanê Kurdî li Mêrdînê bidin jiyîn.” BI DÎMEN    *Girtiyê nexweş yê ku dile wî ji sedî 35 dixebite Kasim Karataş, piştî 30 salan şûnde bi hinceta ‘poşman nebûye’ du caran înfaza wî hat şewitandin. Keça wî Gulîstan Karataş axivî û got: “Piştî 30  salan fikra xwe naguhetiye. Hun dibêjin qey wê di sê mehan de biguherîne.” BI DÎMEN    *Hat zanîn ku li Erdexanê li pêşiya dibistanan ji aliyê kesên ne diyar ve di nava “qûtîkên şekir” de tiryak tê firotin û zarokan bi vê yekê re girê didin. Malbatan diyar kirin ku li gor salên borî îsal li ber dibistanan tiryak zêdetir tê firotin.   *Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 2018’an de li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê. Greva 200 rojî dewam kir û veguherî rojiya mirinê, bi hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû.