Doza TJA'yê: Em hene em li vir in! 2023-11-07 21:14:32   ENQERE - Aktivîstên TJA'yê ku di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Enqereyê de hatin girtin, piştî salekê derketin pêşberî dadgehê. Aktivîsta TJA'yê Bedîa Akkayayê anî ziman ku têkoşîna wan tê îllegalîzekirin û got: "Em li vir ji ber nasnameya xwe ya jinbûn û kurdbûnê tên darizandin."    Di 29'ê Cotmeha 2022'an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 25 aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibûn binçavkirin. Ji aktivîstan 9 jê hatin girtin. Danişîna yekem a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 25'an a Enqereyê hat lidarxistin.    Parêzerên kesên tên darizandin, Parlementera HEDEP'ê Ceylan Akça Cûpolo, Meclisa Jinan a HDP'ê, ÎHD, Meclisa Jinan a KESK'ê, TJA, OHD, rêveberên Rêxistina HEDEP'ê ya Enqereyê û malbatên kesên girtî tev li danişînê bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan, ewilî aktivîsta TJA'yê Bedîa Akkaya axivî. Bedîayê parastina xwe bi kurdî kir.Bedîayê di parastina xwe de pêşî behsa pêvajoya binçavkirinê û tundiya di dema binçavkirinê de kir.    Berdîayê bibîr xist ku di demeke nêzî hibijartina giştî de hatine girtin û got: "Em li vir ji ber nasnameya xwe ya jinbûn û kurdbûnê tên darizandin. Li Tirkiye û cîhanê ya herî watedar têdikoşe meclisên jinan e. Ji ber vê astengî û bend li ber jiyana jinan hatiye danîn. Em li dijî van astengî û bendan têdikoşin. Ev dosye, dosyeyek pûç e. Wekî sûc tu delîl tê de tune ne. Em jin ji bo jiyana xwe û vîna xwe têdikoşin. Em ji bo wekheviya zayendî têdikoşin. Tirkiye ji bo jinan veguheriye qada qirkirinê."    Bedîayê destnîşan kir ku ew wekî aktivîstên TJA'yê li dijî kuştina jinan têdikoşin û got ku di kuştina jinan de polîtîkaya bêcezahiştinê tê sepandin. Bedîayê bi lêv kir ku têkoşîna jinê tê îllegalîzekirin û  xwest ku bêhiqûqîtiya ku salek e didome bidawî bibe û doza beraetê kir. Piştre aktivîst Mekiye Ormanci, Zeynep Boga, Fîgen Ektî, Dîdar Çeşme û Amîne Demîr Çobanê parastinên xwe bi Kurdî kirin. Aktivîstên TJA'yê di parastinên xwe de destnîşan kirin ku ew her tim li dijî pergala mêrserwer têdikoşin û hêza xwe ji hêza jinên cîhanê digirin û gotin ku helwesta wan "Jin, jiyan, azadî" ye.   Danişîn dê sibê saet di 09.30'yê serê sibehê de ji cihê mayî dest pê bike.