402 roj in agahî ji Gulistan Doku nayê girtin 2023-11-07 16:05:49       AMED - Hezar û 402 roj in agahî ji Gulistan Doku nayê girtin. Xwişka wê Aygul Doku li ser medyaya dijîtal banga dîtina xwişka xwe kir û xwest bi Waliyê Dêrsimê re hevdîtinê bike.    Xwendekara pola 2'emîn a beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Muzurê Gulîstan Doku (21), ji 5'ê Çileya 2020'î de winda ye û agahî jê nayê gitin. Di ser windakirina Gulîstanê re hezar û 402 roj derbas bûn, lê di dosyaya derbarê windabûna wê de tu pêşketin tune ye. Kesê ku di dosyayê de wekî gumanbarê sereke tê pênasekirin Zaînal Abarakov gelek caran hat binçavkirin û serbest hat berdan. Li gel daxwaza malbat û parêzan jî gûmanbar nehat girtin.     Xwişka wê Aygul Doku daxwaz kir ku bi Walîyê Dêrsimê re hevdîtinê bike lê ji bo hevdîtinê bersivek nehat dayîn. Derbarê mijarê de Aygul li ser medyaya dijîtal parvekirinek kir û got: "Çima polîs li pêy me digerin, bila li pey aqûbeta xwişka min bin. Divê li pêy tecawizkar û êrişkaran bin. Waliyê berê Tuncay Sonel me anî li ser pirê û got keçika we dawî li jiyana xwe aniye û got "Ez li ser her du zarokên xwe sond dixwim ez ê cenazeyê wê bidim we'. Lê delîlek nîne ku Gulistan dawî li jiyana xwe aniye. Gulistan 2 roj beriya winda bibe telefon vekir û got ez ê bêm. Lê di 5'ê Çîlê de bi telefonê gotin windabûye. Hezar 402 roj in edalet pêk nayê û em dixwazin bi Wezîrê Karê Hindur re hevdîtinê bikin. Em dixwazin êdî dawî li êşa me bê."