Doza TJA'yê dest pê kir: Ji ber em kurd in em tên darizandin 2023-11-07 14:10:38     ENQERE - Di rûniştina doza TJA'yê de Bedia Akkaya ya girtî wiha got:"Ji ber em kurd in em tên darizandin. Em ê jî îro bi nasnameya xwe ya kurdbûyinê û nasnameya xwe ya jinê bidarizînin. Li Tirkiyeyê jî û li cîhanê jî têkoşîna herî rewa ya jinan e."   Bi çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere ye û di 30'yê Mijdara 2022'yan de dest pê kir di 2'yê Kanûna 2022'yan de aktivîstên TJA'yê Gulistan Dehşet, Didar Çeşme, Bedia Akkaya, Figen Aras Kaplan, Hatice Gungor, Hulya Kinagu, Figen Ekti, Mekiye Ormanci û Amine Demir Çoban, Zeynep Boga şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê û Tamcihan Çelebi, Besile Narin, Meral Şimşek, Zekiye Guler, Hulya Taşar, Yeliz Ayyildiz Kiyak, Dilan Akpolat, Aysel Ceylan, Hazal Aras û Beritan Can Yaşa bi tedbîra kontrola edlî serbest hatin berdan.    Merve Tekin Demirel a bi hepsa malê tê darizandin û di heman demê de Sultan Esen a tedawiya pençeşerê dibîne û ew jî bi hepsa malê tê darizandin bi SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bûn.    Rûniştina doza jinên bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebirin an jî avakirina rêxistinê" jê tên darizandin li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.    Berdevka Meclîsa HEDEP'ê Halide Turkoglu û Koordînasyona Jinan a HEDEP'ê û Aktivîstên TJA'yê her wiha ÎHD, gelek parêzer û malbat tevlî rûniştinê bûn.    5 jinan xwestin bi kurdî parastina xwe bikin li ser vê yekê heyeta dadgehê kurdî wekî "xwe dixwaze bi zimanekî din îfade bike" pênase kir.    'Em ji ber jin in û ji ber nasnameya xwe li vir in'   Bedia Akkaya di destpêkê de bi kurdî parastina xwe kir. Bediayê da zanîn baş e ku jin hene û wiha got:"Salek berê em hatin binçavkirin û îro em derketin dadgehê. Dema em li Amedê hatin girtin bi kelepçeyan me dan sekinandin. Di 24 saetên ewil de hevdîtina me ya bi parêzeran re hat astengkirin. Hevalên me yên bi nexweşiya giran hebûn lê belê alîkariya mirovahiyê nehat kirin. Bi awayekî nehiqûqî nêzî me bûn. Ji ber em kurd in em tên darizandin. Em ê jî îro bi nasnameya xwe ya kurdbûyinê û nasnameya xwe ya jinê bidarizînin. Li Tirkiyeyê jî û li cîhanê jî têkoşîna herî rewa ya jinan e."   'Tundiya li ser jinan berhema zihniyeta mêr e'   Bediayê bi lêv kir ku gelek astengî li pêşiya jiyana jinan hene û ew li dijî van astengiyana li berxwe didin û wiha got:"Wekheviya zayendê armanca me ya yekemîn e. Tundiya li ser jinan berhema zihniyeta mêr e. Tundiya li ser jinan bi awayekî polîtîk tê kirin. Rewşa jin li Tirkiyeyê tê de ye êdî bûye mîna qirkirinekê. Em wekî TJA'yê ji bo mirinên bi guman ên jinan ronî bibin em têdikoşin. Tundiya li ser jinan berhema zihniyeta mêr e."   Deniz Poyraz, Îpek Er, Gulistan Doku…   Bediayê da zanîn dema di Meclîsa Jinan a HDP'ê de dixebitîn ji bo komkujiyên jinan ên siyasî ronî bibin wan li berxwe dane û wiha domand:"Kesê Deniz Poyraz qetil kir bi awayekî hêsan ket avahiya partiyê. Denizê ciwan bû û xebatkara partiya me bû. Denizê kurd bû. Kesê ew kuşt wekî ku kesek nekuştibe rehet bû. Ewqas rehet bû ku ji Pervîn Buldan jî got 'tu jî di lîsta min de ye'. Musa Orhan tecawizî Îpek Er kir. Kesên jê re gotin tecawizkar hatin darizandin. Her wiha tevî hemû çalakiyan aqubeta Gulistan Doku hîn nayê zanîn. Dîsa bi kûçikan êrişî Rojbîn Çetin kirin. Îşkence lê kirin. Em li dijî van neheqiyan û îşkenceyan têdikoşin bila navekî din li vê têkoşîna me nekin."   'Têkoşîna jinan hat asta herî jor'   Bedîa diyar kir ku di qetilkirina jinan de, di mirina bi guman a jinan de û xwekuştinan de bingeh netewperestiye û got: "Ji ber ku kurd in jin bi êrişan re rûbirû dimînin. Em li Tirkiyeyê li dijî xizaniya jinê têkoşîn didin. Em her bi jinan re di nava piştevaniyê de bûn. Di encama têkoşîna me de pergala hevserokatiyê hat avakirin. Têkoşîna jinan hat asta herî jor."   'Bila Tirkiye nebe goristana jinan'   Bedîa di axaftina xwe de wiha bal kişand ser destkeftiyên jinan: "Destkeftiyek din a jinan 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê ye. Ev rojên ku ji hêla cîhanê ve hatî qebûlkirin li Tirkiyeyê tê qedexekirin, sazî û dezgehên jinan tên girtin, hevserok û rêveber tên girtin. Qeyûm tayînî şaredariyan dikin. Her wiha tayînkirina qeyûman tê wateya rê vekirina li ber taciz, destdirêjî û qetlîamê ye. Têkoşîna me ji bo Tirkiye nebe goristana jinan. Têkoşîna jinên kurd ji bo jiyaneke wekhev û azad e. Têkoşîna ku li dijî şîdetê tê dayîn meşrû ye."    Bedîa, daxuyand ku îdîaname ya ku derbarê wê de hatî amade kirin 6 rûpel e û wiha bi lêv kir: "Min di nav de sûcek nedît. Ez ji bo çi ez têm darizandin? Li ser îfadeyên Samî Baran ez hatim girtin. Heke dozger hinek serê xwe biêşanda dê bidîta ku ez vê demê girtî bûm. Ez îfadeyên Samî Baran qebûl nakim. Xwişk û birayê min hezar TL şandi ne û wê tiştî jî di rapora MASAK'ê de bi cih kirine. Ez bersivê nadim vê tiştî jî. Ez nêzî 7 sal in di nava partiya siyasî de dixebitim û min peywîr girtiye. Partî 800 TL şandiye ji bo pêdiviyan, ev tişt jî di îdianameyê dê hatiye bi cih kirin. Dema mirov biçe cihek û cih tunebe mirov di otelê de dimîne ev tişt çawa di îdîanameyê de cih digere? Axaftina min a bi xwişk û birayê min re jî girtine dosyayê."   Bedîa herî dawiyê da zanîn ku îdîayên ku tên kirin ne rast in û wiha got: "Xebatên ku min kir li pêş raya giştî bû. Ev bû salek ez girtî me û ev tişt bêhiqûqî ye. Ez ne tenê tehliye ez dixwazim beraat bikim."