Dewleta tirk li Ranyayê qada sivîl bombebaran kir 2023-11-06 13:08:17       NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyan, dewleta tirk gundê Boskênê yê Ranyayê bombebaran kir û sivîlên birîndar hene.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk bi balafirên biçek û bêmirov (SÎHA) gundê Boskên ê girêdayî bajarokê Ranyayê ya bi ser Îdareya Raperînê bombebaran kir. Hat zanîn ku qadên hatine bombebarankirin qadên sivîlan e û têkildarî encamên êrişê agahî nehatin bidestxistin.