ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-04 09:00:56     *Xizmên girtiyan diyar kirin ku heta girtiyek li girtîgehan bimîne wê têkoşîna xwe bidomînin û gotin heta  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabin. Xizmên girtiyan banga hestiyariyê li hemû malbatên girtiyan û rêxistinên demokratîk kirin. DÎMEN HEYE   *Xwendekar Zeren Ertaş ku di  encama ketina asansora yurda KYK’ê de jiyana xwe ji dest da, rewşa şert û mercên perwerdê dîsa anî rojevê. Hevseroka Şaxa hejmar Yek a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn diyar kir ku li şûna ku xwendekar bên çewisandin, bêdengkirin divê  bên guhdarkirin û ji bo çareseriya pirsgirêkên wan gav bên avêtin. DÎMEN HEYE   * Hevseroka Odeyên Bijîşkan Elîf Turan û Hevseroka  SES'ê ya berê Yildiz Ok Orak di derbarê pirsgirêkên ziman ên di qada tendiristuyê de axivîn û gotin, "Ji vê qedexeyê herî zêde jin bi bandor dibin, ji ber ku nikarin derê xwe vebêjin bi gelekmperî li gel mêran tên, nexweşiyên jinan ku li wan peyda dibin venabêjin û ev jî dibe sedem ku nexweşî li laşê wan belav bibe."  DÎMEN HEYE   *DBP'ê berî Kongreya xwe ya Awarte hemû gel vexwend konferansa wê sibehê li Amedê bê lidarxistin. DÎMEN HEYE