‘Bi şerê taybet jin hedef tên girtin’ 2023-11-02 09:03:34       Oznur Deger   MÊRDÎN - Siyasetmedarên TJA’yî der barê kampanya TJA’yê ya bi dirûşma ‘bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ axivîn û diyar kirin ku di çarçoveya kampanyayê de tax bi tax digerin û ji bo azadiya jinê, ji bo şikandina tecrîdê û bidawîbûna polîtîkayên şerê taybet têdikoşin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), di 15’ê îlonê de bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadiyê berbi azadiyê ve’ deklerasyona xwe aşkera kir û piştî vê starta kampanya xwe da. aktîvîstên TJA’yê di çarçoveya kampanyayê de xebatên atolyeyê, yên perwerdehî û rêxistinbûnê meşandin û bajar bi bajar bi jinan re tên gel hev.   Aktîvîstên TJA’yê hevşaredara Qoserê ku qeyûm tayînê şûna wan hat kirin Nîlufer Elîk Yilmaz û hevşaredara Dêrikê Mulkiye  Esmez der barê kampanyayê de nirandin kirin.   ‘Tecrîd li ser hemû gelan tê meşandin’    Nîlufer Elîk Yilmaz daxuyakirin ku kampanya dane destpêkirin wê heta 8’ê Adarê bidome û di çarçoveya kampanyayê de ev meheke xebatan dimeşînin. Nîluferê daxuyakirin ku di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet, tecrîd û tûndiya li ser jinan de xebatên cur bi cur dimeşînin û li bajarên cuda yên Kurdistanê xebatên atolyeyan û konferansên jinan pêk tînin. Nîluferê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan li ser hemû gelan tê meşandin. Di çarçovya tecrîdê de li ser jin û zarokan polîtîkayên şerê taybet yên cidî tên meşandin.”   ‘Bi şerê taybet dixwazin jinan tune bikin’   Nîluferê bandora şerê taybet ya li ser jinan nirxand û ev tişt bi lêv kir: “Şer di navbera du hêzan de tê kirin. Lê şerê taybet çandek şerê ku bandorê li ser hemû gel dike ye. Bi taybet bandorê li ser jinan dike. Di çarçoveya şerê tayber de bi rêbazên tacîz, destdirêjî, qetilkirin û her wekê din dixawzin jinan tune bikin. Dixwazin jinan di civakê de bê îtîbar bikin. Bedena jinê tê teşhîrkirin. Destdirêjî li jinan tê kirin. Dixwazin jinan bi vê bê îtîbar bikin. Li dijî vê di çarçoveya kampanya xwe de em atolyeyên perwerdehiyan pêk tînin. Em hewl didin xwe bigihînin hemû jinan. Divê em li dijî tecrîd û polîtîkayên şer bibin yek. Divê em van êrîşan biçewisînin.”   ‘Jin eleqeyek mezin nîşan didin’   Nîluferê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civak eleqeyek mezin nîşanê kampanyayê didin. Em tax bi tax digerin. Em bi jinan re tên gel hev civînan pêk tînin. Me xebatên atolyeyê dan destpêkirin û em ê li taxan vê bimeşînin. Gel di vê mijarê de pir hestiyare. Wê panelên me hebin. Jin eleqeyek meizn nîşan didin. Tecrîd ji girtîgehan bigirin heta civakê belav bûye. Mafê girtiyan tê xespkirin. Poşmanî li girtiyan tê ferzkirin. Mafê girtiyan tê astengkirin. Tecrîd  heta malên me taxa me hatiye. Li ser zarokên malbatên welatparêz polîtîka tê meşandin. Em tecrîdê bi kurahî hîs dikin. Divê em li dijî van têbikoşin.” Wê bi jinên ku zeytûnan kom dikin re bên gel hev   Mulkiye Esmez jî destnîşan kir ku mehek berê starta kampanyayê dane û di çarçoveya vê de bername hatine derxistin, kolan bi kolan digerin û xebatan dimeşînin.Mulkiyeyê ev tişt anî ziman: “Em hewl didin ku xwe bigihînin hemû jinan û di xeta azadî û jiyanê de bînin gel hev. Xebatên atolyeyê pêk tên. Ev atolye li ser hinek sernavan tên meşandin. Em hewl didin jinan tevli van atolyeyan bikin. Em dixwazin bi hev re têbikoşin. Karê demsalî dest pê dike. Jin di karên demsalî de dixebitin. Em ê der barê rewşa jinên karkerên demsalî de agahiyê bigirin. Em ê nîqaşan bikin û pirsgirêkan çareser bikin. Li ser vê planên me hene. Li Dêrikê demsala komkirina zeytunane. Di vî alî de em ê jinan ziyaret bikin.”   ‘Em ji bo azadiya jinan hewl didin’   Mulkiyeyê wiha dawî lê anî: “Kampanya wê heta 8’ê Adarê bidome. Li pêş me hilbijartin hene. Em ê hewl bidin ku jinan tevli xebatan bikin. Em ê jinên ciwan rêxistin bikin û tevli xebatan bikin.  Em ji bo azadiya jinê hewl didin.Em giraniyê didin vê. Em xwe bigihînin çiqas jinan evqas başe. Xebatên me zêdetir der barê tecrîd û şerê taybet de tên meşandin.”