Jinên Amedê: Mifteya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye 2023-11-02 09:02:03       AMED - Jinênên Amedê yên ku bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê dan wiha gotin: “Mifteya aşitiya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.”   Şerê di navbera Filistin û Îsraîlê de yê di 7'ê Cotmehê de dest pê kir dewam dike û her ku diçe encamên vî şerî giran dibin. Di şerê ku 3 hefte ne didomin piraniya wan jin û zarok gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Her wiha dewleta tirk jî di 5'ê Cotmehê de Piştî  gefxwarina  Serokê Wezareta Karên Derve  Hakan Fîdan êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) kir. Dewleta tirk bi balafirên şer, SÎHA û çekên giran êrişên xwe didomîne. Êrişî îstasyonên gazê, av, petrol û ceyranê dike û li gel qetlîaman yên mayî jî mexdûr dike.  Di êrişan de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Jinên Amedê êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê û Filistînê şermezar kirin.   ‘Heta ku şer bi dawî nebe careserî tune ye’   Ji jinan Meryem Turan di destpêka axaftina xwe de da xuyakirin ku ew êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê û şerê li Filistînê pêk tê şermezar dike û da nîşandan ku di nav zarokên  Başûr, Bakûr, Rojava û Filistinê de cudahî tune ye. Meryemê da zanîn ku zarokên Rojav û Filistinê bi hev re tên qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ev şerê li Rojhilata Navîn bê sekinandin. Heta ev şer neyê sekinandin, li tu derê aştî pêk nayê. Bila zarok neyên kuştin. Pêwîste ku beriya her tiştî serokkomarê Tirkiyeyê êrîşên li ser Kurdan bi dawî bike û şerê li Tirkiyeyê di ser kurdan re dike bi dawî bike. Bila gelan bi hev nede kuştinê."   Meryemê daxuyand ku tu mafê Tirkiyeyê  tune ye ku êrîşî rojavayê Kurdistanê bike û zarokan qetil bike. Meryemê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Barzanî destê xwe daye destên dewleta Tirk û pê re radibe, rudinê. Ji ber vê helwesta wî em wî jî şermezar dikin.”   'Li Kurdistanê şerekî taybet heye' Endama Komeleya Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê  Winda Kirine(MEBYA-DER) Menîce Yenî jî di  axaftina xwe de da nîşandan li Kurdistanê şerekî giran û taybet tê meşandin. Menîceyê, anî ziman tu ferqa êrîşên li ser Rojava, Mexmûr, Şengal, Kobanî, Efrîn û amedê ji êrîşên li ser Filistînê tune ye û got ku  gilî û gazindên ku ji bo Filistînê tên kirin divê bi taybetî ji bo rojavayê Kurdistanê jî bên kirin. Menîceyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila Kurd nebêjin ku wê ev zilm bi xwe bi dawî bibe. Dijmin bi dizî êrîş nake  bi eşkere êrîş dike. Diçe rojavayê Kurdistanê bombe dike.  Ev li ber çava ye. Lê em ji doza xwe venakişin.  Em doza zimanê xwe, malên xwe û axa xwe dikin. Me ji bo vê bi hezaran şehid dan.”   ‘Mifteya aşitiyê li Îmraliyê ye’   Menîceyê balkişand ser nêzîkbûn û sekna Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî û diyar kir ku heger Barzanî rê nedaya dewleta Tirk wê nikaribûna êrîşî Rojava û Mexmûrê bikira. Menîce wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dilê me tijê ye, bi şev balafir diçin zarokên me, kurdên me bombe dikin û dîsa vedigerin tên. Êdî bes e.  Bila zarok û jinên kurdan neyên qetilkirin. Bila zarok li kolanan, di binê panzêran de perçe nebin. Ez bang li dewleta Tirk dikim ku van êrîşên xwe bida sekinandin. Bila biçin Îmraliyê, mifteya aşitiyê li Îmraliyê ye. Heta ku rêber Apo rizgar nebe, em jî rizgar nabin. Serokê me di bin tecrîdê de ye û ji ber vê em jî di bin tecrîdê de ne.”   ‘Kes bi hawar me nayê’   Edîbe Ozger jî di axaftina xwe de diyar kir ku zarok û ciwanên kurdan tên bombekirin, kuştin û kes ji bo kurdan deng dernaxe. Edibe anî ziman ku bertekên ji bo êrîşên li ser Filistînê tê dayîn divê ji bo Rojavayê jî bên dayîn. Edibê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Nexweşxane, cihên erzaqê, tesîsên ceyranê û embarên genim ên Rojava tên bombekirin, kesek nabêje çima lê dixin. Çi zirar dane wan ku êrîşî wan dikin.  Herkes dibêje Filistînê  misilman e, Gelo Rojava ne misilman e. Bi hezaran hevalên me şehîd bûne.”   ‘Ferqa Rojava û Filistînê ji hev tune ye’   Edibe destnîşan kir ku divê kurd bi hev re xwedî li Rojava derkevin û daxuyand ku gelê li wê derê bê av, bê nan û bê ceyran tê hîştin û nexweşxane jî tên bombekirin kirin. Edîbeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga me ji hemû dayikan re ye, bila tev rabin û bêdeng nemînin. Çima kes ranabe, deng nake? Tu ferqa Rojava û Filistînê ji hev tune ye.”