ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN 2023-11-02 09:00:56     *Jinênên Amedê yên ku bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê dan wiha gotin: “Mifteya aşitiya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.” DÎMEN HEYE   *Siyasetmedarên TJA’yî der barê kampanya TJA’yê ya bi dirûşma ‘bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ axivîn û diyar kirin ku di çarçoveya kampanyayê de tax bi tax digerin û ji bo azadiya jinê, ji bo şikandina tecrîdê û bidawîbûna polîtîkayên şerê taybet têdikoşin. DÎMEN HEYE   * Hevalên siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak ku tevî 7 sale girtî ye, ji ber li dijî tuniya mêr dengê xwe bilind kir û têkoşîna jinê mezin kir, nehat tahliyekirin, diyar kirin ku ber bi 25’ê Mijdarê divê hemû jin denge xwe bilind bikin û piştevaniyê nîşan bidin. DÎMEN HEYE   *Li gundikê Sak jin barê giran yê kar vediguherînin keda kolektîf. Şîr, berhemên şîr, guz û hingiv çavkaniyên esas yên debarê ne û di her çêkirina asta van xurekan de jin hene. DÎMEN HEYE