Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de berxwedana Kobanê hat silavkirin 2023-11-01 20:38:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakî pêk anîn, Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin.   Di çalakiya vê hefteyê ya di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatiye destpêkirin de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat silavkirin.   Di çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her Çarşemê li Qada Natîons a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, serkeftina gel a Kobanê ku li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê tê parastin, silav kirin.   Çalakiya rûniştinê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê komîteya amadekar a çalakiya Cenevreyê Riza Çetînkaya axaftinek kurt kir û cangoriyên Berxwedana Serdemê ya Kobanê bi bîr anî.   ‘Em ê hêzên dagirker vala derxînin’   Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî, tecrîda li ser Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdistanê didomin nirxand. Mehmet Latîf Çelebî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman:“Îro di bin navê kaosa li Rojhilata Navîn û nîzama nû ya cîhanê de ji bo gelê Kurd bê nasname, ax û rêber bê hiştin, li ser Rêber Apo êşkenceya tecrîdê tê kirin, her roj axa Kurdistanê tê bombekirin. Tecrîda giran a ku 3 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin, li hemberî vê planê em ê xwedî li pêngava 'Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re ‘çareserî derkevin. Bi vê pêngavê re dema ku hêzên faşîst û dagirker têk bibin, em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û weke gelê Kurd di vê pêvajoya nû de cihê xwe li cem Rêberê azad û gelê azad bigirin”